'Jin divê bi fikir û siyaseta xwe xwe bi rê ve bibin'

Jinên ji Silêmaniyeyê 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin, "Jin divê bi fikir û siyaseta xwe xwe bi rê ve bibin."

Hemwelatiya bi navê Şadî Heme Emîn bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê pîrozbahiya xwe arasteyî jinan kir û der barê xebat û çalakiyên jinan de wiha got: “Ruhiyeta hevkarî û pêkvejiyanê her tim bi jinan re hebûye. Di dîroka Kurdan de jî jinan her tim bi hevjîn û malbata xwe re tev kar kirine, lê belê mixabin di serdema îro de jinên model ketine pêşiya jinên xebatkar û jinên serketî. Divê karê nav bazarê ji bo jinên Kurd bê zêdekirin û ji hêla aborî ve xurt bin da ku bikarin di wî warî de bixebitin ku tê de jêhatî ne û hevkariya pêşvebirina jiyana xwe û malbata xwe bikin.”

Hemwelatiyeke din a bi navê Leyla Mistefayê pîrozbahiya xwe arasteyî hemû jinan kir û got: “Ev roj taybet e ji bo bibîranîna jinan û azadiya jinan. Ez pîrozbahiyê li hemû jinan û li Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan dikim û hêviya azadbûnê jê re dixwazim. Ez daxwazê ji jinan dikim ku bila xwe perwerde bikin û bi fikir û siyaseta xwe bijîn û bila ji tu kesî netirsin. Hûn jinên azad in, bila kuştina jinan we netirsîne û bi fikirên xwe zêdetir ber bi azadiya xwe biçin.”