Jin dê ji bo aşitiyê bibin pir

Jin dê ji bo aşitiyê bibin pir

Dê li Stenbolê jin 8’ê Adarê li qadan li dijî tundiya li ser jinê bimeşin û di heman demê de dê li dijî şerê ku 30 sal in berdewam dike aşitiyê bixwazin.  Jin dê bixwazin hevdîtinên li Îmraliyê hatine destpêkirin vebiguherin muzakereyan û dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza çareseriyeke aşitiyane û demokratîk bikin.

Jin dê ji bo mitînga 8’ê Adarê ya îsal roja 10’ê roja yekşemê li Qanda Kadikoy Îskeleyê  li hev kom bibin. Du rojevên sereke yên mitînga îsal hene; tundiya li ser jinê û şer.

Meclîsa Jinan a HDK’ê ku cara yekem e 8’ê Adarê pîroz dike dê bi dirûşima; “Em li dijî şer, xizanî, komkujiyên li ser jinan xwe bi rêxistin dikin” tevlî mitîngê bibe.

Ji Meclîsa Jinê ya HDK’ê Gulseren Pusatli bal kişand ku ew bi şereke herêmî re rû bi rû ne û hişyarî da ku ev şer dê tundiya li ser jinê zêdetir bike. Pusatli hevdîtinên ji nû ve li Îmraliyê hatine destpêkirin nirxand û diyar kir HDK destekê dide vê pêvajoyê û da zanîn ku jin alîgirên aşitiyê ne. Pusatli got: “Em ê di 8’ê Adarê de daxwaza aşitiyê biin.”

Pusatli diyar kir ku ew ê 8’ê Adarê li qadan bînin rojevê û destnîşan kir ku mijarên din ên mitîngê pirsgirêkên din ên jinan in û cinayet in. Her wiha ragihand ku cinayetên li ser jinan tenê dikarin bi têkoşîna rizgariya jinan bi dawî bibe.

'JIN DÊ AŞITIYÊ BÎNIN'

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk  û Meclîsa Jinan a BDP’ê dê bi dirûşima”Ji Rosayan heta Sakîneyan soza me soz e, rêya me rê ye” dabikevin qadan. Her du rêxistinên jinan çalakiyên xwe yên îsal diyarî her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, kirin.

Endama Meclîsa Jinan a BDP’ê Cemîle Çelîk bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û got: “Li pêşiya me pêvajoyeke aşitiyê heye. Ez di wê baweriyê de me ku tenê jin dikarin şerê ku encamek a desthilatiya zilam e bi dawî bikin. Jin dê aşitiyê bînin.”

Çelîk ku bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê hatine destpêkirin, xwest ku hevdîtin vebiguherin muzakereyan û di şert û mercên wekhev de pêk bên. Çelkîk wiha axivî: “Divê hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan  bê lezandin. Dê bila şer bi dawî bibe, aşitî bê. Divê hevdîtin di şert û mercên wekhev de bên kirin, divê şert û mercên aşitiyê hebin."

 'DORA SERKEFTINÊ YE'

Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) jî bi dirûşima “Deng bide, şer rawestîne, bila tundiya li ser jinê bi dawî bibe” tevlî çalakiyên 8’ê Adarê dibe.  SKM çalakiyên xwe diyarî 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin û jinên li dijî tundiya li ser jinan li Hindistanê serî hildan dike.

Berdevka SKM’ê Bîlgî Tagaç got: “Em bang li jinên li Tirkiyeyî dikin ku ji bo têkoşîna aşitiyê bibin weke pirekê. Em ê daxwaz bikin ku operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. "