Jin bi pêşengiya Leyla Qasim li ber xwe didin

Zîlan Pencewîn a bi bandora Viyan Soran tevlî refên gerîla bû got, "Çawa ku îro Zîlan, Bêrîtan û Viyan ji bo min pêşeng in, Leyla Qasim jî bi heman rengî ye."

Zîlan Pencewîn a bi bandora Viyan Soran tevlî refên gerîla bû got, "Çawa ku îro Zîlan, Bêrîtan û Viyan ji bo min pêşeng in, Leyla Qasim jî bi heman rengî ye."

Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê, li her parçeyekî Kurdistanê yê ji hev hatiye parçekirin, berdêlên cuda daye. Dayîna van berdêlan di tevahiya dîroka Kurdan de dewam kiriye. Yek ji van jî ji jinên Kurd Leyla Qasim e, ku di dema têkoşîna rizgariya Kurdistanê de di sala 1974'an de ji aliyê rejîma Baas ve hat darvekirin. Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Şîrîn Elemhûl3ı û Leyla Qasim ên li her parçeyên Kurdistanê bûn sembol, di roja me ya îro de çend ji pêşengên jinên Kurd in. Qasim di salvegera 42. a darvekirinê de îro ji aliyê şervanên têkoşîna rizgariya neteweyî ve tê bîranîn û weke xetekê tê dîtin. Yek ji van şervanan jî Zîlan Pencewîn e, ku bi eslê xwe ji navçeya Pencewîn a Silêmaniyeyê ye. Pencewîn a niha li nava refên PKK'ê têdikoşe got, "Çawa ku îro Zîlan, Bêrîtan û Viyan ji bo min pêşeng in, Leyla Qasim jî bi heman rengî ye."

'CÎHANEKE BIÇÛK NABE XWEDÎ WATEYEKE MEZIN'

Pencewîn da xuyakirin, ku ji ber ewşa civaka feodal a li Başûrê Kurdsitanê, jin biçûk hatiye xistin, baweriya jinê ya bi xwe ji holê hatiye rakirin û vîna wê hatiye şikandin. Pencewîn got, "Li gelemperiya cîhanê talanek li dijî jinê heye. Ya li Başûrê Kurdistanê diqewime jî ji vê gelekî ne cuda ye. Lê ev talan li wê derê kûrtir e. Temamiya cîhana jinê li wê derê, malbatek e. Cîhaneke bi vî rengî biçûk nabe xwedî wateyeke mezin. Leyla Qasim di nava vê civakê de jiya û ev koledarî qebûl nekir. Wê ev jiyana biçûk red kir û berê xwe da jiyaneke mezintir."

'BERXWEDANA WÊ DI NAVA NIFŞÊN Û DE ZINDÎ BÛ'

Pencewîn da zanîn, Leyla Qasim di nava têkoşîna jinê de weke sembola berxwedanê cihê xwe di hiş û mejiyan de girt û got, "Leyla Qasim ku bi têkoşîna xwe ve navê xwe weke jineke Kurd a berxwedêr li nava rûpelên dîrokê nivîsand, tevî ku 42 sal di ser şehadeta wê re derbas bûye jî hînê nehatiye ji bîr kirin. Berevajî, hîn bêhtir di nava nifşên nû de zindî bûye." Pencewîn destnîşan kir, ku Bêrîtan, Zîlan, Viyan û Leyla ji bo wê xetek in.

Pencewîn diyar kir, di serî de jinên Kurd îro bi mîlyonan jinên li cîhanê dane dû jinên berxwedêr ên bûne sembol, têkoşîna azadiyê dimeşînin û axaftina xwe wiha dwam kir: "Di herikîna dîrokî de hemû tiştên têkildarî jinê ji nava rûpelên dîrokê hatin birin. Eger em îro xwedî li têkoşîna jinên leheng ên bi berxwedana xwe ve navê xwe li dîrokê nivîsandine dernekevin, eger em di wê xetê de nemeşin, ew jî dikarin ji nava rûpelên dîrokê bên birin. Lewma divê jin bi taybetî jî jinên Kurdistanê serî li ber zîhniyeta serdestiya mêr netewînin. Bi ruhê Leyla Qasim û jinên qehreman em di xeta jina berxwedêr de bimeşin."

'MEŞ Û BERXWEDANA LI SER ŞOPA LEYLA QASIM Û VIYAN SORAN, ŞERT E'

Pencewîn bal kişand ser rewşa jinê ya li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir, ku beriya her kesî divê ew ji bo azadiyê gaveke mezin bavêjin, tevlî nava refên berxwedanê bibin û got, "Meş û berxwedana li ser şopa Leyla Qasim û Viyan Soran şert e. Beriya her kesî divê ew xwedî li têkoşîna van jinên berxwedêr ên leheng derkevin. Ji ber ku yek ji cihên koledarî tê jiyîn û qîrîn nayê bihîstin Başûrê Kurdistanê ye. Azadiya jinê ji bo jinên li Başûrê Kurdistanê pêwîstiyeke jiyanî ye. Koledariya jinê koledariya zîhniyetê ye. Heta ku ev zîhniyet neyê guhertin, kes nikare qala azadiya rasteqîn bike. Lewma divê her jineke Kurd heta ji zincîra koledariyê rizgar bibe, serî hilde, heta azadiyê li ber xwe bide."

...