Ji YJRK’ê ji bo sê jinên Kurd li Helsinkiyê çalakî

Ji YJRK’ê ji bo sê jinên Kurd li Helsinkiyê çalakî

Yekitiya Jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) bi hevkariya komelya çandê ya Kurd a Fînlandyayê li paytext Helsinkiyê çalakiyek li dar xist û her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bi bîr anî.

Çalakiya bi hevkariya YJRK û Komeleya Çandê ya Kurd li ber balyozxaneya Franse ya li Helsinkiyê hate lidarxistin. Di di çalakiyê de tevî wêneyên her sê jinên Kurd û pankartên şermezarkirina komkujiyê, alên PKK, PJAK û YJRK hatin hildan.

Li ser navê çalakgeran şandeyek dosyayek pêşkêşê berpirsên balyozxaneyê kirin û jê xwestin ku kujer bên aşkerekirin û komkujî bê ronîkirin. Rayedarên balyozxaneyê jî dan zanîn ku lêpirsîn berdewam dike.
Kurdistaniyan li ber balyozxaneyê ji bo her sê jinên Kurd mûm vêxistin.