Ji YJAD'ê peyama 8'ê Adarê: Jin, Jiyan, Azadî cewhera me ye

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ragihand ku heta avakirina jiyaneke demokratîk, azad, wekhev ew ê dest ji têkoşînê bernedin û got, "Jin, Jiyan, Azadî cewhera me ye, biryardariya me ya li ser têkoşîna jinê ye."

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pîvanên jiyîn û jiyandinê ji esasên felsefeya Elewî ye. Jin, Jiyan, Azadî jî hinceta têkoşîna jinê ye. Ev herdu pîvanên bingehîn rêya rast nîşanî me dide.

Em, meha Xizir a ku roja herî hêja ya baweriya me ye bi coş û kelecan li pey xwe dihêlin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş û kelecanê pêşwazî dikin. Bi sedan sal in di rûpelên dîrokê de talankarî li jinan bê ferzkirin jî berxwedana li dijî mejiyê serweriya mêr a bi 8'ê Adarê bi wate bû, navê berxwedan û têkoşîna bi hezaran salan e."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî tecrîd, zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê, ew ê heta pêkanîna jiyana azad, wekhev û demokratîk dest ji têkoşînê bernedin û hate gotin, "Jin, Jiyan, Azadî cewhera me ye. Biryardariya me ya ji bo têkoşîna jinê ye."