Ji YJA’yê bo 8’ê Adarê banga hesabpirsînê

Ji YJA’yê bo 8’ê Adarê banga hesabpirsînê

YJA’yê diyar kir ku, 8’ê Adarê yadê 3 siyasetmedarên jin yên li Parîsê hatin qetilkirin dikin û bang li jinan kir ku, bila li qadan hesab bipirsin.  YJA’yê di daxuyaniyê de wiha got: “Jinên Kurd bi hişmendî, ruh û çalakiyên xwe dê  çanda aştî-biratî ya jiyanê, bi qasî şer di aştiyê de jî dê pêşengiya xwe bi çalakiyên 8’ê Adarê derxe holê.

Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad bi boneya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ew 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhên li hemû jinan pîroz dikin û hemû çalakiyên wan di serî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê pîroz dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku vê 8’ê Adarê diyariyê 3 jinên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevala sala bi sekna xwe ya îrade û zane bûye nasnameya tevgera azadiyê a jinan. Nûnera kevneşopiya  berxwendana hezaran salane. Îfadeya nirxên hevpar yên mirovahiyê û jinê ye. Ji ber vê divê em 8’ê Adarê bi evîn, biryar û rêxistinbûna mezin a têkoşîn hevala Sara pêşwazî bikin. Li ser bingehê coş, kelecan û hezkirina hevala Rojbîn, li ser bingeha pêşengî, aktîfbûna heval Leyla de divê em qadên 8’ê Adarê bikin qadên Azadiyê. Hemû jinên riya wan di azadiyê de derbas dibe divê bi sekn û tevlîbûna xwe li qadan hesabê zîhniyeta kujer bipirse.  Bi vê têkoşîn û hêza hesabpirsînê divê ev êrîş têk biçin û di heman demê de vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, dê fînala bernameyên 8’ê Adarê li bajarê Sakîne Cansiz Dêrsimê pêk bînin. her wiha hate gotin ku, divê jinên Kurd bi hişmendî, ruh û çalakiyan ji bo çanda jiyaneneke hevpar  hêza pêşeng a jinên di 8’ê Adarê de derxe holê.

JI BO MEŞA PARÎSÊ BANG

YJA’yê ji bo meşa Parîsê ya di 9’ê Adarê de pêk tê jî bang kir û wihagot: “Jinên Kurd, Rojhilata Navîn û Ewropayê divê ji bo jiyaneke azad  bi awayekî hevpar 8’ê Adarê pêşwazî bikin. ji ber vê jî divê jinên Kurd bi berxwedaneke mezin li Parîsê çalakiyên xwe pêk bîne. Li ser bingeha azadkirina Serokatiyê û qezenckirina statûya gelê Kurd de divê têkoşîn bê bilindkirin.  Di serî hemû jinên Kurd hemû jinên cîhanê divê 8’ê Adarê bi têkoşînek mezin pêşwazî bikin. divê hemû jin bi şîara ‘Bi Rêber Apo re sala hevdîtinê’ ji yekê Adarê dest pê bikin û heta 8’ê Adarê çalakiyên xwe bi hêzeke mezin pêş bixînin.