Ji rêxistinên jinan li dijî mohrkirina komeleyên jinan îsyan

Rêxistinên jinan ên li Stenbolê, girtina komeleyên jinan ên bi biryarnameya Rewşa Awarte li Qada Khalkedon a Kadikoyê protesto kirin.

Jinan diyar kirin ku ti kes nikare mohr li têkoşîna jina bide, heta komele bên vekirin û Biryranameyên Di Hikmê Qanûnê de betal bibin, wê li kolanan bin.

Rêxistinên jinan, bi hinceta Rewşa Awarte li pey hev bi biryarên KHK’ê girtina komeleyên jinan li Qada Khalkedon a Kadikoyê protesto kirin. Di çalakiya ku di dorpêça polîsan de pêk hat, jinên ku pankarta bi nivîsa “Têkoşîna Jinên Nayê Mohrkirin, Jin Xwedî Li Saziyên Xwe Derdikevin” û dovîzên “Hûn nikarin têkoşîna jinan mohr bikin”, “Jin di her rewşê de li ber xwe didin”, “Jin, jiyan,azadî”, “Rewşa Awarte we dide nîşandan” hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Bijî yekîtiya jinan”, “Têkoşîna jinan nayê mohrkirin” û “Bêdeng nabin, natirsin û bîat nakin” qîr kirin. Di çalakiyê de navê komeleyên jinan ên ku hatin girtin dubare dubare hatin gotin. Li ser navê rêxistinên jinan Naciye Ertaş daxuyanî xwend.

 ‘DEWELT NE JI BO DAWÎ LI ŞIDETA MÊR BÎNE, PÊŞÎ LI BIHÊZBÛNA JINAN DIGIRE’

Ertaş diyar kir, li welatekî ku her roj şidet li ser jinê tê meşandin, jin tê qetilkirin hişmediya mêr a herî dawî saziyên jinan kirin hedef, di çarçovaye Rewşa Awarte de bi Giştînameya Wezareta Karê Hundir di nava komeleyên ku dest bi mohrkirina wan kirin de, li gel saziyên mafê zarok, mafê mirovan û ji bo demokrasî û hiqûqê têkoşîn didan meşandin gelek saziyên jinan cih digirin. Li gorî lîsteya di çapemeniyê de derketin di meha Cotmehê de ji aliyê mêran ve 25 jin û keç hatine kuştin, di 10 mehên 2016’an de jî ev jimar gihiştiye 220’an. Ertaş wiha got: “ Di demekî pir kêm ê vê sale de 220 jin hatine qetilkirin; lê jinên ku şidet li ser dihate kirin û saziyên ku serî lê bide û piştgiriyê bixwaze, saziyên jinan tên girtin! Dewlet li şûna ku şideta mêr û cudakariyê asteng bike, pêşî li bihêzbûna jinên ku li dijî vê yekê têkoşînê dikin digire.

 ‘EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN’

Ertaş destnîşan kir ku têkoşîna jinê ne girêdayî avahî û maseyê ye, serkeftin, ezmûn û xiyalên evqas sal nikarin bi mohrekê tine bikin û wiha pê de çû: “Em dev ji têkoşîna xwe ya li dijî yên ku dibêjin jina 3 zarok, 5 zarok, mudaxeleyî jiyana jinan, ji bo jinan jigehekî aram nadin avakirin û rêz ji biryarên me re nagirin, bedenên me mîna meydanên şer dibînin bernadin.” Ertaş diyarkir ku heta komeleyên jinan bên vekirin û biryarên KHK’ê betal bibin, wê li qadan bin.

Navê rêxistinên jinan ên ku beşdarî çalakiyê bûne wiha ne: “Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê, Komeleya Jinên Azad, Meclîsên Jinên HDP-HDK, Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê, Jinên Halkevcî, Platforma Dawîkirina Qirkirina Jinan, Jinên Sosyalîs, Kolektîfa Jinên Zanîngehan, Jinên Federasyona 78’an, Jinên Misulman ên li Dijî Şideta Jinan, Tevgera Jinên Demokratîk, Jinên EHP’yî, Meclîsa Jinên Pêşketî, Jinên SYKP’î, Jinên Anarşîst, TOMMOB Stenbol ÎKK, Forma Jinên Yogûrtçû, Kolektîfa Keda Jinan.

 

...