Ji Konseya Jinên Têkoşînvan ji bo REPAK’ê piştgirî

Konseya Jinên Têkoşînvan a li Elmanyayê, girtina ofîsa REPAK’ê şermezar kir. Konseyê wiha got: “Em bi hê zêdetir pişgiriya ji bo xwişkên xwe yên Kurd ên li REPAK’ê û têkoşîna azadiya gelê Kurd ve helwesta xwe deynin holê.”

Konseya Jinên Têkoşînvan a li Elmanyayê, bi nameyek ji bo rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve girtina ofîsa REPAK’ê ya li Hewlêrê şermezar kir.

Nameya wiha destpê kir: “Em wek Konseya Jinên Têkoşînvan a li Elmanyayê, vê nêzîkatiya antîdemokratîk û qeba ya li dijî REPAK’ê protesto dikin. Em helwesta hêzên çekdar ên li dijî REPAK’ê qebûl nakin.”

Nameyê wiha dewam kir:

‘HÛN Ê NIKARIBIN TÊKOŞÎNA JINAN ASTENG BIKIN’

“Em bi hêrs in û em bi hê zêdetir pişgiriya ji bo xwişkên xwe yên Kurd ên li REPAK’ê û têkoşîna azadiya gelê Kurd ve helwesta xwe deynin holê. Em jinên ku li dijî tertîbatên baviksalarî, antîdemokratîk, li dijî rûmeta mirovatiyê bêhurmet, mêtinger, dijminê jinan re şer dikin. Em vî şerî li çar aliyên cîhanê bi xwişkên xwe re dimeşînin.

Hikûmeta wê tim bi tim bi rêbazên paşvemayî êrîşî jinên wêrek û têkoşînvan dikin. Ev jî tê wateya nakokiya bi nirxên civaka pêşverû û mafên mirovan. Em vê bi ti şêweyî qebûl nakin!”

Di dawiya nameyê de hate xwestin ku alav, arşîv, kelûpelên li REPAK’ê hatine desteserkirin bên îadekirin, wiha dewam kir: “Bi rêbazên vî tarzî hûn ê nikaribin têkoşîna me jinan asteng bikin. Em ê bi awayekî hê biryardartir ji bo rizgariya mafên gelên mazlûm û civakan têbikoşin. Şerê wêrek a jinên Kurd elbet parçeyek vê ye. Di vê çarçoveyê de em careke din beyan dikin ku em bi şerê mafdar ê rizgariya gelê Kurd re ne.”