Ji KJK'ê banga ji bo 8'ê Adarê
Kordînasyona KJK'ê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê banga tevlîbûnê kir.
Kordînasyona KJK'ê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê banga tevlîbûnê kir.
KJK'ê berxwedêrên li Cizîr, Silopiya û Sûrê weke şopdarên berxwedêrên li Kobanê pênase kir û ragihand, di dema pêş de wê ji bo azadiya gelan bi taybetî jî azadiya jinan, pêngav werin destpêkirin.
Kordînasyona KJK'ê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji Sema Yuceyan heta Arîn Mîrkanan, ji Sakîneyan heta Sêvê, Pakîze û Fatmayan, em hemû jinên refên berxwedanê û qîrîna azadiyê ya li qadên çalakiyê yên 8'ê Adarê mezin dikin, li jinên 8'ê Adarê veguherandin roja îsyanê silav dikin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku di nava hevsengiyên guherînê yên Rojhilata Navîn de têkoşîna azadiyê ya jinê weke aktoreke xurt derdikeve pêş û cihê xwe girtiye.
JI BO ÇALAKIYÊN 8'Ê ADARÊ BANGA TEVLÎBÛNA XURT
Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Hemû hevrêyên jin ên li dijî qirkirin û wehşeta zîhniyeta bi serdestiya mêr ên bi berxwedanê xwe yên bi heybet re ji Kobanê heta Silopiyayê, ji Cizîrê heta Sûrê li ber xwe didin, di şexsê jinên mezin ên me mîrateya berxwedanê ji wan dewr girtine ji Sakîneyan heta Sêvêyan, ji Arînan heta Sema Yuceyan bi şiyara 'azadiya me rêxistinbûyîna me ye' têkoşîna jiyana azad meşandine û hînê jî dimeşînin. Ji ber vê eykê zîhniyeta bi serdestiya mêr herî zêde ji jinê ditirse.
Pira ji agir a di şexsê hevrê Sema Yuce de ji 8'ê Adarê heta Newrozê hat avakirin, îro ji nû ve di serî de li Bakurê Kurdistanê di şexsê hemû jinên berxwedêr re wê bibe coşa berxwedanê û qîrîna azadiyê. Ev pira ji agir ya ji 8'ê Adarê heta Newrozê, wê her kesên komkujiyê li ser gel û jinên Kurd ferz dikin, bişewitîne.
Parastina jiyanê bi azadiya jin û gelan, bi avakirin û parastina xwerêveberiyên demokratîk re dibe. Parastina xwerêveberiyên ku wê derfetê bide xurtbûna ruhê azadiya jinê û şikandina dorpêçiyê, beriya her kesî berpirsyariya jinan e. Ji bo jiyana azad, pêwîste bi ruh û biryardariya pira ji agir a ji 8'ê Adarê heta Newrozê dorpêçiya li ser Sûrê derhal bê şikandin.
Em bang li hemû jinan dikin ku bi şiyara 'Rêberê Azad, Jina Azad û Kurdistana Azad' bi çalakiyên 8'ê Adarê re her kolan, meydan û cihî veguherînin qada berxwedanê. Em 8'ê Adara îsal di şexsê hevrê Sêvê, Pakîze û Fatmayan de diyarî hemû şehîdên xwe yên li Cizîrê hatine qetilkirin dikin û destnîşan dikin ku em ê bi biryardariya hesabpirsînê vê salê bi serketinê re tacîdar bikin. Bi vî ruh û hişmendiyê re em bang li hemû jinan dikin, ku rûmeta serketina sala fînalê parve bikin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser vê bingehê pîroz dikin."