Ji KJB’ê ji bo Dayika Berfo peyama sersaxiyê
Ji KJB’ê ji bo Dayika Berfo peyama sersaxiyê
Ji KJB’ê ji bo Dayika Berfo peyama sersaxiyê
Tevgera Jinê ya Kurd KJB’ê der barê Dayika Berfo k udi 105 salê xwe de jiyana xwe ji dest da peyamek sersaxiyê weşand. KJB’ê got: “Dayika Berfo bi gotina;Heta ez hestiyê kurê xwe nebînim ez namirim, ger em nebînim û bimirim jî min min nespêrin axê, bûye îfadeya êşa hemû dayikên dil bi kul.”
Koordînasyona KJB’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji bo Dayika Berfo sersaxî xwest.Peyama KJB’ê wiha ye: “ Em berxwedana gelê xwe di serî de ya jinên kurd di 15’ê Sibatê de silav dikin. Çalakiyên berxwedanê yên di serî li Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê pêk hatin îfadeya girêdana hêz û meznahiya Rêber Apo ye. Ev têkoşîna azadiyê ya gelê kurd careke din israr û biryarbûna xwe li dijî hêzên pêşverû nîşan daye. ev berxwedana bi hempa divê heta 8’ê Adar û 21’ê Adarê tu tiştî ji xwe wenda neke. Jinên ku pêşengên vê pêvajoyê de divê bi heybeteke mezin dakevin qadan û têkoşîna azadiyê bilind bikin.
Me Dayika Berfo ya ku hemû raya giştî nas dike wenda kir. Bi qasî temenê xwe êşa wê jî ewqas kevnar e. Em rehmetê ji dayika Berfo re dixwazin û ji malbat û xizmên wê re sersaxiyê dixwazin. 40 sal emrê xwe ji bo ku kuştinên kiryar nediyar ronî bibe û goristana kurê wê yê wenda bê bîditin derbas kir. Dayika Berfo bi gotina;Heta ez hestiyê kurê xwe nebînim ez namirim, ger em nebînim û bimirim jî min defin nekin’ bûye îfadeya êşa hemû dayikên dil bi kul. Dayika Berfo ligel hemû êş û azaran serî li dijî neheqiyan netewandiye û li dijî kesên ku ev êş bi wê daye jiyîn ketiye nava hesabpirsînê. Di vî warî de dayika Berfo dayikek leheng bû. Bi sekn û jiyana xwe ji bo mirovên ser vê axê beriya her tiştî bûye îfadeya berxwedanê.”
SEROKWEZÎR BI GOTINÊN VALA ÊŞ KÛRTIR KIR
KJB’ê anî ziman ku Dayika Berfo wekê navê xwe berxwedêr bû û di serî de bi serokwezîrê tirk û hemû fermandaran de hevdîtin kiriye lê bê encam maye. KJB’ê wiha got: “Erdogan û fermandarên ku gotinên vala yên wekê ‘bila rondikên çavên dayika raweste dike’ di şexsê dayika Berfo de carek din êşa dayikan kur kiriye. Bi kuştina Şahîn Oner ku li Amedê bi panzerê pelçiqandin êş mezintir kirine.
KJB’ê di dawiya axaftina xwe de wihagot: “Heta ev zihniyeta kujer neyê terikandin aştî nayê ser van axan. Ji bo aştiyeke mayîn de divê li dijî neheqiyê têkoşîn bê bilindkirin. Opersyon û êrîşên AKP’ê neçareserî derxistiye holê. Em berxwedana gelê xwe ya Amed-Hênê ya li djî polîtîkayên AKP’ê silav dikin. Gelê me li hemû qadan divê pêşî li van êrîşên faşîzan bigire. Di heman demê de em êrîşên li Sînop û Samsunê şermezar dikin.
Di vê esasê de em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe û bi taybet li jinan dikin k udi vê pêvajoyê de hestiyar tevbigerin.