Ji KJA'yê banga 1'ê Gulanê
KJA bang li hemû jinan kir ku di 1'ê Gulanê de bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê daketin qadan û bi tilîliyên herî bedew azadiyê pîroz bikin.
KJA bang li hemû jinan kir ku di 1'ê Gulanê de bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê daketin qadan û bi tilîliyên herî bedew azadiyê pîroz bikin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê daxuyaniyek da û 1'ê Gulanê li jinan, karkeran û gelan pîroz kir.
KJA'yê da xuyakirin ku yekemîn dizîtiya kedê bi xespkirina keda jinê destpê kiriye û ragihand ku sîstema kapîtalîst talankirina keda jinê qat bi qat zêde kiriye.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Her mirovê bi kedê re pîrozmendî, bilindahî û bedewiya civakîbûnê dijîn, têkoşîna di vê oxirê de her roj ji bo jiyaneke bi rûmet a keda jin û karkeran lê nayê talankirin dimeşîne. Di serî de jinên bi keda xwe mirovahî afirandine em 1'ê Gulanê roja têkoşînê li hemû gel û kedkarên hewl didin cîhaneke azad biafirînin, pîroz dikin. Weke KJA em bang li hemû jinan dikin ku di 1'ê Gulanê de bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê dakevin qadan û bi tilîliyên herî bedew azadiyê pîroz bikin."