Ji KBDH’ê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê şerê azadiyê xurt bikin!

Konseya Giştî ya KBDH’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxuyaniyekê bang kir ku li dijî faşîzm û desthilatdariya mêr serhildan bê mezinkirin û got: “Ev şer ê me ye; em ê di refên herî pêş de cih bigirin û şerê azadiyê xurt bikin.”

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Demokratîk a Jinan (KBDH) daxuyaniyek weşand û bang li her kesî kir ku bi wesîleya 8’ê Adarê li dijî mêtingeriya ked û beden, polîtîkayên dijminê jinan, dagirkerî, xizanî, faşîzm û kapîtalîzmê rabin ser piyan.

Di Daxuyaniya KBDH’ê de wiha hate gotin:

“Beriya 167 salan dîsa çerxa mêtingeriyê ya bi xwîn a kapîtalîzmê, bi hemû leza xwe dixebitî. Li dijî vê çerxa mêtingeriyê ya bi xwîn jinên karkerên tekstîl ên li New Yorkê berxwedaneke girîng dan destpêkirin û ji bo şermezarkirina şert û mercên xebitînê dest bi grevê kirin. Ji bo şikandina berxwedana jinên karker febrîqe hate dorpêçkirin, derketina febrîqetê li karkeran kîlît kirin û di şewata li hundir çêbûyî de 129 jinên karker bi hovane hatin qetilkirin. Guleya îşaretê ji aliyê jinên karker ên New Yorkî ve hate berdan, lê mîrateya ku wan hiştî di têkoşînê dijwar re derbas bû û gihişt van rojan. Em hemû jinên têkoşer ên ala ku al ji jinên kedkar ên afirînerên 8’ê Adarê dewr girtin, gihandin roja îro û bûn nemir, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em hemû jinên ku îro her çar aliyên cîhanê bi pêla serhildanê hejandine, bi coşa 8’ê Adarê silav dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê û îranê heta Efganistanê, ji Rojava heta Fîlîstînê, ji Swîsre heta Arjantînê jin li ser piyane, rabûne serhildanê û li ber xwe didin û ev tişt hate gotin: “Jinên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê jî 8’ê Adarê bi tabloyeke mîna bûyerên ku li gelek deverên cîhanê qewimîne, pêşwazî dikin. Desthilatdariya faşîst di şerê qirkirinê yê li dijî netewa Kurd de, bi taybetî jinên Kurd ên berxwedêr û pêşengên wê dike hedef. Tevgera jinê li dijî polîtîkayên dijminê jinê paş de gav naavêje, berevajî têkoşînê li her qadê bi israreke mezin didomîne û ev yek ji hemû têkoşînên civakî yên din re jî bûye hêvî. Ev hewlest û sekna tevgera jinê bûye tirsa herî mezin a dewleta desthilatdariya mêr.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hemû jin vê asta têkoşînê hîn bêhtir pêşde bibin û li dijî sîstema kapîtalîst a desthilatdariya mêr, têkoşîneke hîn xurtir bimeşînin û wiha hate gotin: “8’ê Adarê ji bo jinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwedî girîngiyeke din a taybet e, ji ber ku tevgera me KBDH di 8’ê Adara 2017’an de damezrandina xwe îlan kiriye. Di 7 salên derbas bûyî de tevî hemû kêmahî, nebesî û êrîşên dijmin me li dijî sîstema faşîst a desthilatdar a mêr pratîkeke têkoşînê ya girîng û çalakîbûn raber kir.

Weke KBDH di serî de jinên karker-kedkar em bang li hemû jinan û nasnameyên zayendî yên bindest dikin ku bi wesîleya 8’ê Adarê li dijî mêtingeriya ked û bedenê, polîtîkayên dijminê jinan, dagirker, xizanî, faşîzm û kapîtalîzmê rabin ser piyan. Divê em bizanibin ku ji bo hesabpirsîna ji desthilatdariya faşîst a desthilatdariya mêr, divê em tevlî nava refên gerîla û milîsan bibin û tişta ku me rizgar bike xurtkirina xeta têkoşîna rêxistinkirî û şer e. Ev şer ê me ye; em ê di refên herî pêş de cih bigirin û şerê azadiyê xurt bikin!”