Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Dîla Kaamanoglû li ser mijarê agahî da ANF'ê û diyar kir, destnîşankirina demeke bi vî rengî, mirovan dixe nava fikaran ku gelo wê di wê rojê de provokasyoneke nû bê kirin.
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku bi bahaneya Rewşa Awarte hate girtin, hesabê wê yê twîtterê jî ji aliyê komeke faşîst a bi navê 'Bortlucîne' hatibû şikandin. Li ser hesabê twîtterê yê ajansê gelek nûçe û wêneyên li ser Cizîr û Sûrê yên ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin, hebûn. Lê belê vê koma faşîst li şûna van hemû nivîsan, rojeke pêş (3.12.2016) nivîsand. Edîtora JINHA'yê Dîlan Karamanoglû bi vê hesiya û hişyarî da ku ev yek dibe ku amadekariya provokasyonekê be.
Karamanoglû da xuyakirin, ku di 29'ê Cotmehê de JINHA hat girtin, di şeva 31'ê Cotmehê de jî koma bi navê 'Bortlucîne Tîm' malper şikand û anî ziman, koma faşîst ku logoya xwe li binê logoya JINHA'yê bi cih kir, sixêfên zayendperestî û nîjadperestî nivîsand. Karamanoglû got, "Vê koma faşîst, wêneyên ji nivîsên nîjadperestî yên polîs û tîmên taybet ên li dîwarên taxên qadên xwerêveberiyê nivîsandibûn li nava malperê bi cih kir û bi navê polîs û jendermeyên tîmên taybet timî gefan dixwe. Herî dawî logoya JINHA'yê bi temamî rakir û li şûna wê dema 03.12.2016 bi cih kir.
'GEF NIKAARIN BI ME'
Karamanoglû da zanîn, ku dayîna demeke bi vî rengî wan dixe nava fikaran ku di wê rojê de provokasyoneke nû were kirin û got, dibe ku ev gef ne tenê li ser çapemeniya azad be, di heman demê de li tevahiya mûxalefetê û Kurdistanê were xwarin. Ji bo pirsa, 'hûn bi tirs û fikar in' Karamanoglû got 'Na'. Dîlan Karamanoglû destnîşan kir ev gef wê nikaribin bi wan û ragihand, weke JINHA ew bi piştiriya rêxistinên jinê nobeda xwe didomînin û ew ê her tim dengê jinan bin.
Karamanoglû da zanîn, ku JINHA'yê hesabê twîtterê ji koma faşîst standiye, ji nû ve nûçeyan lê diweşînin û got, "Em li ser şopa çapemeniya azad in û em ê ti carî bêdeng nemînin."