Ji jinên li Ewropayê daxuyaniya têkildarî Zeynep Tum
Rêxistinên jinan ên li Ewropayê, têkildarî Zeynep Tum a ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî, daxuyaniyek dan. Rêxistinên jinan banga têkoşînê kirin.
Rêxistinên jinan ên li Ewropayê, têkildarî Zeynep Tum a ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî, daxuyaniyek dan. Rêxistinên jinan banga têkoşînê kirin.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Fransayê, Tevgera Jinên Kurd li Fransayê, Meclîsên Jinan Zîn û Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê (ADKH) têkildarî Zeynep Tum a ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî, daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şîdeta li jinê tê kirin, her roj bi rengekî cuda dibe sedema mirina jinan. Ev şîdet carna bi rengê şîdeta fîzîkî, carna ya psîkolojîk û carna jî weke şîdeta civakî derdikevin pêşiya me û rê li ber xwekuştin an jî kuştina jinê vedike."
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Zeynep Tum a li nava şoreşger û Elewiyan tê naskirin, beriya 20 rojan ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî û hat gotin, "Zeynep Tum ku demekê bi kesê bi navê Bariş Aydin re bû, ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî û bi vî awayî îsyan kir."
Rêxistinên jinan dan xuyakirin, ku kesê bi navê Bariş Aydin, piştî merasîma cenazeyê Zeynep Tum hewl daye şîdetê li hin jinên din ên şoreşger bike û wiha dewam kirin: "Weke jinên şoreşger, sosyalîst welatparêz ên li Fransayê ji bo azadiya jinê têdikoşin, em ê bi ti awayî destûrê nedin heqaretên kesên mîna Bariş Aydin ê jiyana Zeynep Tum vemirandiye.
Banga me li hemû koçber, Elewî, sosyalîst û welatparêzên li Fransa û Ewropayê ye; em nehêlin kesên kujerên jinan ên mîna Bariş Aydin jiyana me biherimînin."