Ji jinên DBP'yî bersiv: Nikarin me têk bibin

Jinên DBP'yî der barê gefa kuştinê ya li dijî Hevseroka DBP’ê Tûncel de nerazîbûn nîşan dan û gotin, ew ê li hemberî gefan ji ya xwe neyên xwarê. Jinan gotin, "Heya ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê aramî neyê vê xakan."

Endamên Jin ên Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk ji bo ku êrîşa li ser Hevserok Sebahat Tûncel û geşedanên di vê pêvajoya dawî de binirxînin civîneke çapameniyê lidar xistin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî Fatma Gul li civîna li avahiya bajêr axivî, salvegera 34. a  rojiya mirinê ya mezin a 14’é Tîrmehê bi bîr xist û kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî.

Gul bi bîr xist ku di derketina Hezexê de hêzên dewletê gefa kuştinê li Tûncel xwarine û got: "Ji bo ku cejna gel were pîrozkirin li qadên berxwedanê bi mebesta slavkirina berxwedanê hevdîtinek pêk hat. Ji bo gel û me di pêvajoyeke ev çend girîng de hevdîtin xweyî wateyeke girîng e. Hevseroka me ji meha Remezanê ve pengaveke xurt pêk aniye. Dema ku em diçin qadên weke Hezexê, Silopiya, Cizîrê ji hêla rejîmê ve nêzîkatiyên wiha têne nîşandan ku qebûlkirina vê ne pêkan e. Tiştên ku têne kirin çavtirsandin in. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku li dijî hevseroka partiyekê bi rehetî helwestên wiha dikarin werin nîşandan. Ev rewş di welatekî wiha de ku ji xwe dibêjin, 'em welatekî demokrat in' bi gelêxwarina kuştinê pêk tê. Helwestên wiha sedema danekirinên siyasî ne."

'MIRIN LI BER ME QUDUMŞKESTÎ BÛYE'

Gul diyar kir êrîşên li ser hevserokên DBP’ê û HDP’ê û hevşaredaran û rêveberên partiyê bi fermana ku ji Qesrê tê dayin pêk tê û got, hevserok û rêveberên DBP’ê û hemû nûnerên siyasî vîna gel in û bi bîr xist êrîşên bi vî rengî bi armana şikenandina vînê û çavtirsandina gel e û wiha pê de çû: "Em êrîşan qebûl nakin. Em bi gelê xwe re yek beden in û bi gefa kuştinê kes nikare me bipirnisîne. Hemû dinyayê dîtiye ku qudumê mirinê li pêş Kurdan şkestiye û mirin têk çûye. Ev 40 sal in ku Kurd li dijî mirinê li ber xwe didin û wê berxwedana xwe bidomîne jî. Em ê qet radest nebin. Em ê bi tiştên dij zagonî re nalebikin. Eger li vî welatî demokrasî hebe em ê têkoşîna xwe bi rêyên demokratîk bi gelê xwe re bidin."

PIŞTEVANÎ JI BO ÇAPEMENIYA AZAD

Gul diyar kir ew bi hemû hêzên ku li gel mafê jiyanê ne li dijî hêzên çewisîner têdikoşin û bi polîtîkayên komkuj û êrîşan çareserî wê neyê dîtin. Gul got, "Li Tirkiyê em li kû binerin em çareseriyeke berbiçav nabînin" û anî ziman îro li Tirkiyeyê rastiya berxwedana Kurdan heye. Gul bi bîr xist ku dixwazin çapemeniya azad  were astengkirin û wiha pê de çû, "Em dizanîn û dibînin ku xebatkarên çapemeniyê bi awayekî fedaî di nav gel de ne. Ev peyameke û divê rast were xwendin. Kampanyaya ku ji bo xebatkarên çapemeniya azad hatiye  destpêkirin em ê bi hev re bidomînin."

'BÊYÎ KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE ARAMÎ NAYÊ'

Endama Desteya Rêveberiya Navendî Fatma Gul bi bîr xist ku ew ê komkujiyan ji bîr nekin û diyar kir: "Ev komkujî wê ji bo me bibin dest û em ê têkoşînê hê geştir bikin. Tirkiye di polîtîkaya derve de xitimiye. Îro PDK li cem AKP’ê ye. Li dijî gelê xwe bûye şîrîkê AKP’ê. Ev siyaseta hevkariyê îflas kiriye. Xitimîna ku li çar parçeyên Kurdistanê xitimîne Rojhilata Navîn e. Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe wê aramî neyê van xakan. Berxwedana mezin li derdora jinan tê dayin. Em ê pişta xwe bidin gel û ji bo ku aştiyeke bi rûmet û demokrasiyeke watedar pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin."