Ji Jinên Ciwanên Azad anket

Endamên Jinên Ciwanên Azad, ji bo rûyê qirêj ê sîstema kapîtalîst û xweferzkirinên qirêj ên mîna destavêtin, destdirêjî, şîdet û narkotîk ên li dijî jinên ciwan deşîfre bikin, dest bi anketê kirin.

Endamên Jinên Ciwanên Azad, ji bo rûyê qirêj ê sîstema kapîtalîst û xweferzkirinên qirêj ên mîna destavêtin, destdirêjî, şîdet û narkotîk ên li dijî jinên ciwan deşîfre bikin, dest bi anketê kirin.

Jinên Ciwanên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi anketa xwe ya beriya du hefteyan dane destpêkirin re ew dixwazin jiyana jinên ciwan ên li jiyana qirêj a sîstemê rast hatine û sîstema qirêj deşîfre bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sîstema kapîtalîst ji berê ve di nava şerekî de ye û hewl dide mirovan bê bandor bike û desthilatdariya xwe dewam bike. Jinên Ciwanên Azad diyar kir ku sîstema kapîtalîst ji ber vê yekê hewl daye hêza li pêşberî xwe biqedîne, tine bike û got, "Bê guman ji mêj ve teknîkên xwe yên şer kirêt û berfireh kiriye. Ev polîtîkayên qirêj ên roj bi roj zêdetir dibin, li dijî hêza pêşeng a civakê li hemberî jin û ciwanan tên kirin.

Ev şerê ku di roja îro de jî ji gelek aliyan ve tê meşandin, gihaştiye radeyeke xetere. Exlaqa civakî, hêza pêşeng a civaka exlaqî û polîtîk jin ciwanan hedef hatine girtin. Rewşa ciwanan a dînamîk, têkoşer, berxwedêr rêbaza radîkal a di nava civakê de, li ser sîstema kapîtalîst bûye gefek. Sîstema kapîtalîst a fêm kir ji ber vê gefê nikare desthilatdariya xwe dewam bike, bi rê û rêbazên cuda ji bo bêbandorkirin û qedandina ciwanan hemû hêza xwe bikar tîne. Bi feraseteke qederparêziyê re ciwan ji têkoşînê û daxwaza têkoşînê bêpar hiştiye. Bi bandora vê yekê re cixare, alkol û herî dawî jî narkotîk li nava ciwanan belav kiriye. Li şûna ciwantiya ku pirsgirêkan çareser dike dixwaze ciwantiyeke ku xwe bi cixare, alkol û narkotîkê dixapîne, biafirîne."

Endamên Jinên Ciwanên Azad ên li Ewropayê bi rêxistin in diyar kirin, ku ji bo rûyê qirêj ê sîstema kapîtalîst û xweferzkirinên qirêj ên mîna destavêtin, destdirêjî, şîdet û narkotîk ên li dijî jinên ciwan deşîfre bikin, dest bi anketê kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê xbata anketê de jinên ciwan bûyerên di nava civakê de bi serê wan de tê vediêjin û hat gotin, "Di hevdîtinên ji bo anketê de, navê jinên axivîne hatiye veşartin. Anket wê meheke din dewam bike."