Ji jinan li dijî darbeya AKP/Qesrê banga têkoşînê

49 rêxistinên jinan, li dijî hewldanên tasfiyekirinê û darbeya AKP/Qesrê banga mezinkirina piştgiriya hev û têkoşînê kirin. Jinan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan.

Bi dehan rêxistin û saziyên jinan, li hemberî hewldana tasfiyekirinê ya "rakirina destnedanê" û li dijî hewldana darbeyê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin hewldanên guhertina destûra bingehîn ji bo rakirina destnedanê û hat ragihandin, AKP daxwaz û hesasiyetên gel tine dihesibîne.

Jinên Kurd, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin û destnîşan kirin, ku bi tecrîda şidandî û hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê re, pêvajoya darbeyê tê kûrkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bedena jinê tê teşhîrkirin, destavêtin û destdirêjî weke amûreke bêdengkirinê tê bikaranîn û bibîr xist, ku nûnerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin jî di nav de bi hezaran jin hatine binçavkirin.

'EGER JIN XWERÊVEBERIYÊ AVA NEKIN...'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li cihê ku xwerêveberiya jinê nehatiye avakirin, gotin û çalakiya jinê tine be, wê dîktatoriya yek şexsî derkeve holê."

Jinan dan xuyakirin, ku ew di xeta azadiyê de bi israrin û gotin, "Li dijî vê konsepta tasfiye û êrîşê em jin dibêjin; dema dewleta mêr dest bi zilmê dike, em jî dest bi berxwedanê dikin. Ji ber, ku ji dîroka têkoşîna xwe em dizanin, berxwedan rêveçûna di xeta azadiyê de ye.

Em dibêjin; eger tu dest bide jiyana min, bajarê min, çanda min, paşeroja min, pêşeroja min, bedena min û cenazeyê min, ez ê jî bi xwerêxistinî û bi xweparastinê li ser bingeha demokratîk li ber xwe bidim."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin, ku li dijî feraseta darbeyê xwedî li vîna xwe, têkoşîna xwe derkevin û piştgiriyê bidin hev."

SAZIYÊN MORA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYA HEVPAR

Saziyên mora xwe danîne binê vê daxuyaniya hevpar, ev in:

"Meclîsa Jinê ya KCD, Meclîsa Jinê ya DBP, 363 Endamên Jin ên Meclîsa Şaredariyan ên DBP'yî, Komîsyona Jinê ya DÎSK Amed, Komîsyona Jinê ya TMMOB ÎKK Amed, Komîsyona Jinê ya TTB Amed, Hunermendên Jin ên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê, Hunermendên Jin ên Navendên Çandê yên Mezopotamyayê, Nivîskarên jin ên Komeleya Nivîskarên Kurd, Dayikên Aştiyê, Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Sosin, Navenda Jiyanê ya Rojîn, Mala Jiyana Jinê Şaredariya Bedlîsê, navenda Şêwirmendiyê Zahîde, Navenda Şêwirmendiya Jinê Silav Zinarîn, Navenda Jinê Sîtî û Zîn, Midûriyta Polîtîkayên Jinê Bazîd, Navenda Jinê Îştar, Navenda Jinê Peljîn, Navenda Jinê Nûda, Komeleya Jiyanê ya Jinê, Komeleya Jinê Selîs, Navenda Jinê Keskesor, Navenda Jinê Kardelen, Mala Jinê Kardelen, Navenad Şêwirmendiya Jinê Ceren, Komeleya Jinê Ceren, Komeleya Jinê Amîda, Komeleya Jinê Selîs, Akademiya Jinê, Komeleya Jinê Erxenî Selîs, Navenda Jinê Nûjiyan, Navenda Jinê Nûjîn, Navenda Jinê Jinwar, Navenda Jinê Meya, Navenda Jinê Hênê, Navenda Jinê Pîran, Kooperatîfa Jinê Qoser, Kooperatîfa Jinê Nisêbîn, EPÎ-DEM, Kooperatîfa Jinê (Bîkad-Koop), Kooperatîfa Jinê Rezan, Kooperatîfa Jinê Ûmût Işigi, Kooperatîfa Jinê Xwasor, DÎKASÛM, Komeleya Akademiya Jinê Silopiya, Komeleya Akademiya Jinê Amed, Komeleya Akademiya Jinê Wan."