Ji jinan banga 8'ê Adarê: Dest ji kar û malê berdin, tevlî mîtîngê bibin

Mîna li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li Stenbolê jî jin xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin. Mîtînga li Stenbolê wê di 6'ê Adarê de li Kadikoyê bê lidarxistin.

Mîna li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li Stenbolê jî jin xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin. Mîtînga li Stenbolê wê di 6'ê Adarê de li Kadikoyê bê lidarxistin. Walîtiya Stenbolê hînê ti bersiv nedaye serlêdana jinan a ji bo mîtînga li Kadikoyê.

Platforma Jinê ya 8'ê Adarê ya Stenbolê bang li hemû jinan kir, ku 6'ê Adarê roja Yekşemê saet di 12:00 de li ber Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşayê li hev bicivin û ber bi Meydana Îskele ya Kadikoyê ve bimeşin.

Komîsyona Jinê ya DÎSK'ê, Sendîkaya Karkerên Îmece Ev, nûnerên Yenî Demokrat Kadin û Meclîsa Jinê ya Sosyalîst ên di nava platformê de cih digirin, rojeva xwe ji ANF'ê re vegotin.

'DIVÊ EM LI HEMBERÎ ŞER BIBIN YEK'

Endama Komîsyona Jinê ya DÎSK'ê û Sekretera Jinê ya Emeklî-Senê Rahîme Îldemîr Bayrak da xuyakirin, ku ji bo li dijî talankirin, zext û êrîşên li hemberî beden û nasnameya jinê, ew ê di 8'ê Adarê de li kolanan bin.

Îldemîr Bayrak bal kişand ser komkujiyên li bajarên Kurdan tên kirin û diyar kir, polîtîkayên şer ên AKP'ê, jinan xizan dikin û mehkûmî karekî ne ewle dikin. Bayrak got, "Weke jinên karker divê em li hemberî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Heta ku gel, karker û kedkar nebin yek, em ê nikaribin pêşî li vî şerê bigirin."

Îldemîr Bayrak destnîşan kir, ku divê hemû hêzên alîgirê ked û aştiyê bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin û bagn li hemû jinan kir, ku li dijî şîdet û şer di 6'ê Adarê de li Kadikoyê bin.

BILA JIN JI BO ROJEKÊ DEST JI KAR BERDIN

Ji Komeleya Piştevaniya Jinê ya Îmece û Sendîkaya Karkerên Îmece Ev Gunay Demîrbaş bibîr xist, ku bi taybetî jinên berxwedêr ji aliyê dewletê ve hedef tê girtin û zextên tên kirin jinê neçarî xweparastinê dihêlin. Demîrbaş got, "Ji Artvînê heta Cizîrê pêwîste hemû jinên berxwedêr têkoşîna xwe bikin yek."

Demîrbaş da xuyakirin ku ew ê di 6'ê Adarê de li Kadikoyê bin û bang li jinan kirin ku rojekê dest ji çar berdin, karên malê jî ji hevserê xwe re bihêlin û tevlî çalakiya li Kadikoyê bibin.

NIKARÎBÛN ME KÊM BIKIN

Ji jinên Yenî Demokrat Kadin Rahîme Karvar bibîr xist, ku ew di rewşeke ji êrîşên giran û berxwedaneke mezin, 8'ê Adarê pêşwazî dikin û destnîşan kir, ku di vê demê de berxwedana jinê mezin bûye.

Karvar got, "Tevî jinên li Pirsûs, Enqere û Kurdistanê hatin qetilkirin em di 8'ê Adara par de bi hev re li qadan bûn. Nikarîbûn me kêm bikin û em ê li dijî tarîtiyê bi tilîliyên xwe re li qadan bin. Ji bo bibin kabûsa wan bang li hemû jinan dikim ku di 8'ê Adarê de li qadan bin û maf û qadên me yên jiyanê biparêzin."

'FERMAN A QESRÊ BE, ÎSYAN JÎ YA ME Y'

Berdevka Meclîsa Jinê ya Sosyalîst a Stenbolê Pinar Turk da zanîn, ew bi şiyara "Ferman a Qesrê ber, îsyan jî ya jinan e" xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin. Pinar Turk qetilkirina jinan û teşhîrkirina bedena wan li Kurdistanê bibîr xist û anî ziman ku li rojavayê welêt jî êrîş li hemberî jinên şoreşger tê kirin."

Pinar Turk bibîr xist, ku mîna her sal wan ji bo mîtînga îsal a li Kadikoyê serî li Walîtiya Stenbolê dane û got, Ji bo jinan qadeke mîtîngê ya tecrîdkirî nîşan da. Lê hemû meydan û kolan ên jinan e. Em ê kolanan neterikînin. Di 6'ê Adarê de em ê li Kadikoyê bin."

...