Ji Îtifaqa Jinan a Navnetewî banga 8’ê Adarê

Ji Îtifaqa Jinan a Navnetewî banga 8’ê Adarê

Îttîfaqa Jinan a Navnetewî (IWA) bang li hemû jinên cîhanê ku têdikoşin kir û diyar kir divê li dijî krîzên kapîtalîzmê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê biguherin çalakiyên navnetewî.

Di daxuyaniya IWA’yê de hate diyarkirin ku  roja Jinan a Navnetewî, sedsal berê di encama Konseferan Jinên Kedkar ya Navnetewî de hate avakirin û wiha hat gotin: “Koka îro bi berxwedana jinên ku ji bo saetên xebatê û heqdestekî adîlane, mafê dengan û newekheviyê, têkoşiya hat avakirin.  Divê em îro layîkê 8’ê Adarê bin. Îro li hemû cîhanê jinên ku rastî pirsgirêkên giran tên ku ev ji kapîtalîzm û krîza emperyalîzmê diqewime, divê li dijî van têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi 2008’an re li hemû cîhanê krîza aborî çêbû û bandorek mezin li ser jinan kir û wiha hat gotin: “Çînên serdest yên pergalan ji bo rêjeya kara xwe zêde bikin û heqdest kêm bidin mêtîngerî li jinan ferz kir.  Axa jinan jê girtin û talan kirin. Piştî krîzê  ji sedî 99 jin di nava şert û mercên dijwar de man û ji vê rewşê re gotin êdî bese.

Di berdewamiyê de hate gotin ku şerê emperyalîst û talanê li çar aliyên cîhanê zêde bûye û bi teknolojiyên nû şerê tê meşandin jiyana jinan aniye asteke bê derfet. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Lİ Misir, Tûnis,  Filistîn, Kaneda û Meksîkayê û her çar aliyê cîhanê jin têkoşîna li dijî vê dagirkeriyê didomîne.

Her ku jinan serî hilda rastî şîdetê hatin. Di demek nêzde li Parîsê 3 jinên aktîvîstên PKK’ê  hatin qetilkirin. Li Misirê li qada Tahrîrê di protestoyan de jin rastî şîdet û tecawîzê hatin. Li Hîndîstanê dîsa jinê Dalît kul i dijî dagirkirina axa xwe têkoşiyan hatingirtin, li Filistînê jinên eniya Demokratîk a Netewî ev bi salane di girtîgehan de ne.

 Jin her diçe zêdetir arastî şîdeta zayendî tên. divê her cureyê şîdetê ya li dijî jinan bi dawî be. “

Îtîfa Jinan a Navnetewî di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku jinên di asta netewî û navnetwî de têkoşînê didin divê di 8’ê Adarê de piştevaniya xwe bi hêztir bikin û çalakiyên xwe bi mîlîtanî pêşve bibin û wiha hat  gotin: “Rêxistinên jinan ji bo piştevaniya navnetewî nîşan dibin divê di çalakiyên 8’ê Adarê de bandên mor li milên xwe girêdin.”