Ji HPJ’ê ji bo Ferînaz Xosrawanî çalakî

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) nerazîbûnek tund nîşanî êrîşa li hemberî jina Kurd a bi navê Ferînaz Xosrawanî û got: “Tu êrîşên li hemberî jinan wê bê bersiv neyê hiştin.”

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) nerazîbûnek tund nîşanî êrîşa li hemberî jina Kurd a bi navê Ferînaz Xosrawanî û got: “Tu êrîşên li hemberî jinan wê bê bersiv neyê hiştin" û da zanîn ku li bajarên Banê û Seqizê çalakiyeke hişyarkirinê hatiye lidarxistin. 

ÇALAKIYÊN LI ROJHILAT SILAV KIRIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) di daxuyaniya xwe de got: “Em weke HPJ ev êrişa li ser Ferînaz Xosrawanî şermezar û lanet dikin û sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin. Xwedîderketina gelê me li Ferînaz bêguman xwedîderketina li nasnameya xwe ya azad û serhildêr e. Em xwedîderketina gelê me yê Mahabadê, Şino, Seqiz, Sine, Kirmaşan, Bokan, Urmiye Maku, Serdeşt, Mêrîwan, Pîranşar û tevahî Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin û çalakiyên wan silav dikin” û wiha domand:

“Di vê jinên Kurd û gelê Kurd bi ruheke netewî li dijî zilma dewleta Îranê ya bi salaye li ser wan birêve dibe bisekinin û gelê Mahabadê tenê nehêlin. Divê yek kuçe û bajareke Kurdistanê bêdeng nemîne. Îro Ferînaz sibe wê dor were yeke din. Ji bo bes Ferînaz, Şeyda û Reyhane werin qetil kirin, êdî dem dema şoreşa jinê ye ku jin di şexsê bûyera Ferînaz de dawî li faşîzma dewletê ya dijberê jin û Kurd bînin. Ev bûyer gelek aliyên xwe hene. Komara Îslamiya Îran ku îcadê zilamê tecawizkare êrişeke heya dawî siyasî û tije peyamên îdeolojik in pêk aniye. Ji bo vê divê tenê weke bûyereke bi ser Ferînaz de hatiye, neyê destgirtin ku evê sûcê dewletê sivik bike û bibe sedem ku dewlet xwe dibin vê buyerê de veşêre. Jina Kurd ku îro li dijî DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe disekine û şer dike, di heman demê de wê li dijî rejîma îslamî jî bikare bi hemû awayî şer bike û xwe biparêze.

‘EM Ê HER TIM LI PIŞT GELÊ XWE BIN’

HPJ’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ragihand: “Em weke HPJ vê rewşê ji nêzve dişopînin û bi ti awayî qebûl nakin ku rejîm êrişê jinan û heta tevahî gelê me bike. Em helwesta gelê xwe ya xwedîderketinê pîroz dikin û dibêjin divê tevahî jin pêşengî ji vêya re bikin û heta encamgirtinê divê kes di malên xwede nemîne. Gelê me divê bizane em weke HPJ û YRK li her derê Rojhilat hene û emê li pişt wan bisekinin. Ji bo parastina jinan çi bikeve ser milê me emê bikin û gelê me bi tenê nîne.”

LI BANÊ Û SEQIZÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên wan li Banê û Seqizê çalakî pêk anîne û têkildarê çalakiyan ev agahî hatin dayin: “Bi vê armancê hêzên me 10 Gulanê di demjimêr pêncê êvarê de li ser rêya di navbera Seqiz û Bane de li navendeke kontrolê yê Nîroy Întîzamî ya bi navê Sabitlo daye. Di encamê de du kes hatine kuştin, yek jî giran birîndar bûye.

ÇALAKIYA HIŞYARIYÊ BÛ

Hêzên Parastina Jin ên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) diyar kir ku ev çalakî bi armanca hişyariyê hatiye lidarxistin û got: “Ev çalakî bi mebesta hişyarkirinê ye ji bo Komara Îslamî ya Îranê û siyaset û kirinên wê yên qirêj yên li hember jinan û gelê Kurd yê azadîxwaz e. Eger şîdeta li ser jin û li ser îradeya siyasî ya gelê Kurd berdewam bike, her wiha seranserê Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze bike wê helwesta me tundtir bibe û ji vê yekê jî rejîma Îranê berpirsyar e.”