Ji gerîlayên YJA Starê yekîneya teknîkê ya xweser
Gerîlayên YJA Starê hem li çeperan hem jî di nava karên xweser de cihê xwe di nava yekîneya teknîkê ya xweser de digirin û bi vî rengî bersivê didin êrîşan
Gerîlayên YJA Starê hem li çeperan hem jî di nava karên xweser de cihê xwe di nava yekîneya teknîkê ya xweser de digirin û bi vî rengî bersivê didin êrîşan
Refên gerîla ku qadên nûbûn, azadî û jiyana bi rengê jinê ye, bi nûbûnên rojane her zindî dibe. Gerîlayên jin ên di nava têkoşîna azadiyê de cih digirin, ne tenê li çeperan e, di heman demê de ji bo şikandina hişmendiya sîstema bi serdestiya mêr, têdikoşin. Di vê çarçoveyê de gerîlayên YJA Starê dewreya perwerdeya xweser a karên teknîkî vekirin. Gerîlayên jin ên li eyaleta Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hem perwerdeyê dibînin, hem jî li gorî pêwîstiyan li nava çeper û kampan digerin û tamîra teknîkî dikin, bi coşeke mezin yekîneya xwe ya destpêkê ya teknîkê ya xweser ava kirin. Gerîlayên YJA Starê dan xuyakirin, ku li dijî operasyonên li herêma Ertûş a Zapê, ew ê bi xebatên xwe yên xweser û cihgirtina li çeperan, bersivê bidin.
'EV KAR JI BO ME ÇEPEREK E'
Yek ji endamên yekîneya teknîkê ya xweser gerîlaya YJA Starê Ciwana Sarîna coşa xwe û girîngiya cihgirtina li nava vî karî vegot: "Em li atolyeya xwe, xwe perwerde dikin. Cara yekê ye di nava me de karekî bi vî rengî tê meşandin. Lewma em bi kelecan in. Di heman demê de meşandina vî karî xwedî wateyek cuda ye. Ji ber ku haya me ji girîngî û wateya vî karî heye, em şerê ku niha li herêma me diqewime, li pêşiya meşandina vî karî asteng nabînin. Ev xebat ji bo me çeperek e. Em îro li vir in, sibê li çeperan e. Em bi vê zanin. Beriya niha ji bo tamîrên teknîkî me berê timî bang li hevalên mêr dikirin, lê niha em bi xwe vî karî dikin. Ev yek me kêfxweş dike û ev serketineke ji bo me."
'HER MEZÛNEK WÊ ŞOPDARÊN XWE PERWERDE BIKE'
Gerîla Darsîn Amed jî yek ji wan gerîlayan e ku cihê xwe di nava atolyeya karê teknîka xweser de digire. Amed têkildarî sedema vê rêxistinbûnê got, "Projeya atolyeya teknîkê ya xweser, ji aliyê YJA Starê ve aht avakirin. Di nava PKK'ê de cara yekê ye karekî bi vî rengî tê meşandin. Cihê coş û kêfxweşiyê ye ku jin bi teknîkê re mijûl in. Em gelek malzemeyên teknîkî bi kar tînin; mîna jenerator-UPS. Jin timî dûrî van bûn. Di nava sîstemê de jî hin mîsyon û pîşeyên ji bo jinê hatine destnîşankirin hene. Sînor ji jinan re hatine xêzkirin." Darsîn Amed destnîşan kir, ku ew bi van hewldanên xwe, van sînoran ji holê radikin.
Amed anî ziman, projeyên bi vî rengî hêza jinê derdixînin holê û herî dawî got, "Di nava şert û mercên çiyê û şer de YJA Starê projeyeke bi vî rengî ava kir. Encameke girîng ji vê projeyê derket. Ev proje wê bidome û her hevala mezûn bibe wê şopdarên xwe perwerde bike."
'HÊZA JINÊ BI RÊYA VÎ KARÎ BÊHTIR XUYA BÛ'
Gerîlayeke din a YJA Starê Pelîn Sîpan jî hestên xwe yên li ser cihgirtina di vê projeyê de vegot: "Hêza jinê di vî karî de bêhtir derket holê. Derket holê ku jin bi xwe dikare cihê xwe di her karî de bigirin. Eger Rêbertî nebûya, me xwe nedihand vê astê. Em hewl didin xwedî li keda Rêbertî derkevin û bi projeyên bi vî rengî encamên serketî bi dest bixin û tevlîbûneke baş bikin. Di nava şert û mercên şer de bûyîna milîtanek û cihgirtina li projeyên bi vî rengî watedar e."
'EM ÎRO LI VIR IN, SIBE LI ÇEPERAN E'
Gerîlaya YJA Starê Amara Roj bal kişand ser operasyona ku niha li herêma wan dewam dike û anî ziman, cihgirtina li nava xebateke bi vî rengî baweriya wê bi xwe zêde kiriye.
Roj got, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de em astengiyan nas nakin û giraniyê didin ser karê xwe. Ji ber ku em zanin, îro li vir in sibe li çeperan e. Ji bo me ya girîng ne cihê em lê ne, ya girîng ew e ku em tevkariyê li berjewendiyên rêxistinê bikin." Roj da xuyakirin, ku ew ê li qadên din jî perwerdeya vî karî bidome.