Ji gerîlayên YJA Starê li hember êrîşên li Licê dom dikin çalakiya bersivdayinê

Navenda Çapemeniya YJA Starê da xuyakirin, di çalakiyê de ku li navçeya Pîran a Amedê li hember wesayîta polîsan hate lidarxistin, 3 polîs hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiya li navçeya Qileban a Şirnexê jî agahî hatin parvekirin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YJA Starê de ev agahiyan cih girtin:

LI PÎRANÊ 3 POLÎS HATIN KUŞTIN

28’ê Hezîranê saet 10.00’an Tîma Şehîd Adar Kerboran li navenda navçeya Pîranê ya Amedê li hember wesayîtek polîsan çalakiya sabotajê li dar xist. Li vir 3 polîs mirin, 2 polîs jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo bersivdayina êrîşên berfireh ên li ser gelê li Licê û bîranîna hevalên ku li Licê şehîd ketine hatiye lidarxistin.

LI QILEBANÊ ÇALAKÎ

27’ê Hezîranê saet 09.00-15.00’an û dîsa 28’ê Hezîranê di heman saetan de hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqolên Yekmal û Sînek ên girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek bi çekên giran li dar xistine. Di çalakiyê de çeperên li qereqolên Yekmal û Sînekê bi hewanan hatin hedefkirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehatin zelalkirin.”