Ji gêrîlayên YJA STAR’ê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Ji gêrîlayên YJA STAR’ê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Ji gêrîlayên YJA STAR’ê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Yek ji fermandarên YJA STAR’ê Evîn Amed ku di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li qadên gêrîla de axivî û got; “sala 2013’an dê bibe sala azadiya Rêber APO.”
Li Herêmên Parastina Medya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê ji aliyê gêrîlayên YJA STAR’ê ve bi merasimekê hate pîroz kirin.
Pîrozbahiya ku jinên gêrîla amadekir gelek fermandarên YJA STAR’ê tevlîbûn. Di pîrozbahiya ku bi merasima leşkerî destpê kir, ji fermandarên YJA STAR’ê Evîn Amed axaftinek kir. Di destpêka axaftina xwe de Amedê 8’ê Adara gêrîla û gelê Kurd pîroz kir. Amed da diyarkirin ku, ger îro jinên Kurd 8’ê Adarê pîroz dikin û her wiha tekoşîna wan ya azadiyê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Amed got: “Ji bo PKK, HPG û YJA Starê sala 2013’an dê bibe sala azadiya Rêber APO. Alternatîfekî din tuneye. Pêwîste îsal em weke YJA Star, hêza gêrîla û hêza leşkerî Rêbertiya xwe azad bikin. Amadekariyên me di vî alî de ne.”
Piştî axaftina Evîn Amed gêrîlayên jin 8’ê Adara hev pîroz kirin. piştî wê gêrîlayên YJA Starê dest bi şahiyê kirin.
Bi gotina strana, leyîstina şano û skeçan, her wiha girêdana govendê 8’ê adara jinên gêrîla bi awayek coş bidawî bû.