Ji Dihê heta Heftanînê xeta ku têk naçe

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Nûrhak diyar kir, xeta lehengiyê ku di şexsê fermandar Agît de derkete holê, ji Dihê heta Heftanînê hîn jî lehengan diafirîne.

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Nûrhak kesayeta fermandar Mahsûm Korkmaz (Agît), di têkoşîna gerîla de rola wî ya dîrokî û hevrêtiya bi jinê re nirxand.

Nûrhak diyar kir ku sekna fermandar Agît li Kurdistanê xeteke şoreşgeriyê afirandiye, divê ev yek weke xeta lehengiyê ya li Kurdistanê bê nirxandin û got, "Pêşengî û berxwedana heval Agît, dewama ruhê berxwedana Kemal Pîr,  Hakî Karer û Hayrî Dûrmûşan e. Xeta lehengiyê ya PKK'ê bi sekn, tevlîbûn û wêrekiya xwe mezin kir û kûr kir. Tovên lehengiyê li Kurdistanê çand."

TÊKILIYÊN HEVRÊTIYÊ

Nûrhak destnîşan kir ku yek ji sedemên vê sekna lehengiyê ya fermandar Agît, têkiliya xurt a hevrêtiya bi hevalên xwe re bû û got, "Hevrêtiya Apoyî ku di salvegera damezrandina PKK'ê de ava bû û bi hevalê Agît re dewam kir, hêz û dilsoziyeke gelekî mezin afirand. Tişta ku hevalê Agît hêz jê werdigirt, ev çanda hevrêtiyê bû."

XETA AZADIYÊ

Nûrhak anî ziman ku nêzîkatiya wî ya li hevalên jin, li gorî xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû, di vê mijarê de gelekî hewl da û got, "Hîn wê wextê têgihiştibû ku hevalên jin dikarin li van çiyayan şer bikin, bibin artêş û bi vê baweriyê tevdigeriya. Afirandina kesayetiya serketin û fermandariyê pêwendiya xwe bi asta têkiliya bi hevalên jin re heye. Ev nêzîkatî îro jî hêzeke gelekî mezin dide."

JI DIHÊ HETA HEFTANÎNÊ

Nûrhak bi bîr xist ku her kes meraq dike bê gerîla çawa li dijî ewqas êrişên giran ên dagirkeriyê li ber xwe didin û bal kişand ser çavkaniya berxwedana dîrokî ya Heftanînê: "Sedema vê berxwedana gerîla ew e ku ji felsefeya Rêber Apo hêzê werdigirin. Ev yek îradeyeke welê dide mirovan ku têk naçe. Her wiha mîrateya hevalê Agît heye ku li çeperên şer ji gerîla re hiştiye. Gerîla li ser vê mîrateyê bi pêş ve diçe. Yek ji mînakên dawî yên vê yekê jî di şexsê hevalên Esmer, Nûcan û Rustem de derkete holê ku li Heftanînê li ber xwe dan û şehîd bûn. Xeta lehengiyê ku di şexsê Agît de derkete holê ji Dihê heta Heftanînê hîn jî lehengên xwe diafirîne."