Ji Dayika Xanê bangek bi wate
Ji Dayika Xanê bangek bi wate
Ji Dayika Xanê bangek bi wate
Xetên di rûyê wê de, porên wê yên spî ku hepriya wê ya spî re dibe yek şerê di Kurdistan de hest û tiştên ku dayik dijîn tîne ziman. 5 zarokên xwe da Tevgera Azadiya Kurdistan. Ji wan zarokan keçek û du kurên wê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan jî dîlket û hat girtin. Bi kurê xwe yê gazî re dijî Yadê Xanê. Di nav gele Mexmûr de wek Yadê Xanê tê naskirin. Ji sala 1994’an ve ku gundê wan ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hat şewitandin û şûnde li welatê xwe jiyaneke penabertiyê dijî.
Me Yadê Xanê di nav xebatên Meclîsa Îştar dît. Di wan rojên ku me Yadê Berfo wenda kir Yadê Xanê ku heman dilê Yadê Berfo dijî, dert barê demen borî, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û hevdîtina ku ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin nêrîn û nirxandinên xwe bi me re parve kir.
Yadê Xanê dest nişan dike ku tevî ev qasî şer û êşan jî ji bo pêşxistina aştî û azadiyê bi hêvî ye û dibêje: “Ji bo azadiya Rêber Apo çi bikeve ser mile me em amade ne pêk bibin.” Yadê Xanê bi wesîleya 8’ê Adarê bang li tevayî jinan dike da ku têkoşînê bilind bikin. Yadê Xanê “Nêzîkatiya ji bo jinê, nêzîkatiya ji bo civakê ye”, dibêje.
Li Kurdistanê bi qasî rastiya civakî ya ku şerê taybet ê Tirk afirandiye, mirov zanibe bê dilê dayikan dikare çi bike; pêwîst e, her kes nirxandinên Yadê Xanê bi dîqqet lêkolîn bike.
‘BILA DILÊ TU DAYIKÊN DIN NEŞEWITE’
Dema bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk dihatin, me Yadê Xanê li Meclîsa Îştar dît. Yadê Xanê ku 60 sal zêdetir temenê wê heye, qismekî mezin ê jiyana xwe di nav têkoşîna azadiyê de derbas kiriye. Yek ji wan dayikan e êşên li Kurdistanê pirr kûr jiyaye. Lewma hevdîtinên bi Ocalan re girîng dibine û dibêje: “Ji bo azadiya Rêberê me ya ji destê me were em ê bikin.” Penabertiya Yadê Xanê ya li welatê xwe di sala 1994’an de bi şewitandina gundên wan destpêkê ku ji aliye dewleta dagirker a Tirk hat şewitandin. Çete û hevkaran jî dest daniye ser mal û mulkên wan.
Yadê Xanê ya biêş û ligel wê bi hêvî ye dibêje: “Wek gelên cîhanê û mirovan mafê me jî yê jiyanê heye.” Û wer berdewam dike: “ Gundê me, mal û mulkê me ji aliye leşkerên Tirk ve hat şewitandin. Em bi darê zorê ji gund derxistin. Li hemberî vê zilma dewletê keçek û du kurê min ku derketin çiyayên Kurdistan şehîd bûn. Ez û bi kurê xwe yê di nav gerîlla de birîndar bû û bû gazî re dijîm.”
Çeteyan bi alîkariya dewletê dest danî ser mal, mulk û xaka me. Ev nêzî bi sal in, em li ser xaka xwe wek penaber dijîn. Tişta li serme tê ferzkirin zilm, zor û neheqî ye. Di tu huqûq û exlaq de nîn e. Di vî şerê ku li hemberî gele Kurd hat meşandin de gelek êş hatin kişandin. Ez yek ji wan dayikan im. Tevî vê êşa ku ez dijîm jî bang dikim. Ez dayikek im. Êşên dayikan herî zêde dayik fêm dikin. Dilê min şewitî. Min êş kişand. Bila tu dayikên din van nejîn. Dayik ku zarokên wan diçin nav gerîllayan û dayikên ku zarokên wan diçin eskeriyê jî heman hestan dijîn. Zarokên kesên vî şerî bi rê ve dibin namirin. Ên dimirin zarokên kedkar û karkeran in. Yên naxwazin bibin amûrê vî şerî jî ji aliye dewletê ve tên kuştin. Rêbertiya me ji nû ve şans dide aştiyê. Rast binirxînin û gavên jidil biavêjin. Divê qîrînên dayikên Kurdan ên bi salan werin dîtin. Hurmeta ku Yadê Berfo dema sax bû nedît, bila bidin dayikên dilşewat û tavilê ev xwîn raweste.”
‘JI BO AZADIYA RÊBERTÎ EM Ê HER TIŞTÎ BIKIN!’
Yadê Xanê bi wesîleya 8’ê Adarê bang li jinan dike da ku têkoşînê bilind bikin û dest nişan dike ku ji axaftinên Erdogan bawer nake. Yadê Xanê dibêje: “Axaftinên Rêbertiya me mîna axaftinên wî ne nîşan dide. Rêbertiya me ziman, guh û çav dan gele Kurd. Lewma em azadiya Rêbertiya xwe azadiya gele Kurd û ya gele Tirk dibînin. Heta Rêbertî azad nebe tu pirsgirêk çareser nabin. Ji bo azadiya Rêbertî çi pêwîst be em ê bikin.
Rêbertî me jin di azadiya civakê de wek xeleka esasî girt dest. Ji ber vê yeke Rêber Apo ji bo pirsgirêka azadiya jinê got, “Projeya min a nîvçemayî.” Eger jin pêş bikeve, wê civak jî pêş bikeve û hestên edaletê jî zêde dibin. Jin divê ne tenê di 8’ê Adarê de di her kêliya jiyanê de divê bi awayekî aktif tevlî jiyanê bibin. Divê Em têkoşînê hîn zêdetir pêş bixin. Divê em Rêbertî ji Îmraliyê derxin da ku zext û şîddeta li ser jinê bi dawî bibe. Qetlîama li Parîsê rûyê rast ê pergalê yê li ser jinê ye. Pêwîst e, tevayî jin bi awayekî aktif beşdarî têkoşînê bibin da ku 8’ê Adarê bi aştiyê re bibe wesîle.”
‘KES JI BO KÊFA XWE DERNEKET ÇIYAYAN!’
Yadê Xanê bertek nîşanî daxuyaniyên, hukûmeta AKP’ê yên wek, ‘Divê gerilla sîleh deynîn û biçin derveyî sînoran’ da û bal kişand ser, şerê qirêj ê ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi rê ve dibe û got, “Di destpêkê de zarokên min, tu kes ji kêfa xwe derneket sere çiyayan. Eger mafê jiyanê dabana Kurdan wer nedibû.” Yadê Xanê ligel hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re, li hemberî gerîllayan opersyonên tên lidarxistin jî nirxand û got, “Dewleta Tirk ji aliyekî ve ji bo hevdîtinên bi Rêbertî re heyetan dişine Îmrali û li aliye din jî li hemberî gerîllayan di bejayî û hewayî de opersyon tên lidarxistin û zext li gel tên kirin. Heta ku gavên berbiçav neyên avêtin em wek dayik ji dewleta Tirk bawer nakin û jidil nabînin. Durûtî û sextekarî tê kirin. Gelek caran li hemberî gerîllayan kimyasal jî di nav de bi her cureyî teknîk û sîleh hat bikaranîn. Gerîlla di sala 1999’an de ji bo pêşiya pêvajoyê vebe, derket derveyî sînor; lê dewletê çi kir? Bi operasyonan û kemînan zêdetirî 500 gerîlla qetil kir. Heta azadî û dahatûya gerilla neyê bidestxistin bila tu kes fedakariyê ji me nexwaze.”
Yadê Xanê dibêje ku dile dayikan bi rehm e; lê belê dijminên gele Kurd zalim in û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Gelê Kurd bi êrîşan, tune nabe. Çawa bere hebû wê niha jî hebin. Heta em azadiya xwe bi dest bixin em ê têbikoşin. Ji ber ji bilî wê şansekeî me nîn e.”