Ji bo stranbêj Nûdem Dûrak kampanyaya navnetewî

Ji bo stranbêja Kurd Nûdem Dûrak ku li girtîgeha Tirkiyê Baybûrtê girtiye, bi navenda Fransayê kampanyayeke navnetewî tê kirin. Gelek stranbêj û rewşenbîran destek dane kampanyayê.

Stranbêja Kurd Nûdem Dûrak 2015'an hate girtin û 19 sal ceza lê hate birîn. Sûcê wê tenê strandina stranên Kurdî ye. Durak 32 salî ye, niha li girtîgeha Baybûrtê girtiye.

Ji bo ku Durak were berdan bi navenda Frnsaayê kampanyayeke navnetewî dest pê kiriye.

Bi çarçoweya kampanyayê li Fransa, Ingilistan, DYE, Swêd, Sengegal, Fas, Cezayir, Tûnis, Goudeloupe û gelek welatan dengê piştevaniyê bilind bû.

Li gorî organîzatoran kesên navdar ên weke Angela Davîs, Noam Chomsky, Ken Loach, Davîd Graeber, Peter Gabrîel, Roger Waters ji bo azadiya Nûdem bang kirin.

Feylezofê ekososyalîst ê Fransî-Brezilyayî Mîchael Lowy got rewşa girtîbûnê ya Nûdem nayê qebûlkirin û ev heqerat e û got, ''Ji bo vê dema wê ye ku li hemû cîhanê, li Parîs, New York, Rîo, Santîago, Berlînê qêrîna serhildanê bilind bibe.''

Kampanya bi navê ''Free Nûdem Durak'' li ser Facebook, Twîtter, Instagram û Youtubeyê rê ve diçe.