Ji bo sê siyasetmedaran li Basel û Dusseldorfê çalakiyên ji bo edaletê
Ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Swîsre Baselê û li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 17 adarê 2016, 07:20
Ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Swîsre Baselê û li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin.
BASEL
Ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, Kurdistanî û dostên wan li Claraplatz a bajarê Swîsre Baselê li hev civiyan û daxwaza edaletê kirin. Çalakiya ji bo edaletê ku her rojên Çarşemê tê lidarxistin, duh jî pêk hat. Di çalakiyê de Komkujiya Helebçeyê ya beriya 28 salan, hat şermezarkirin û ji bo mirovên di komkujiyên li Helebçe û Parîsê jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin.
Di çalakiyê de li ser Komkujiya Helebçeyê belavok hatin belavkirin û beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Çalakgeran ragihandin, ku heta kiryarên qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger bê eşkerekirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Di daxuyaniya li vê derê de hat gotin, feraseta li Helebçeyê komkujî kir, îro li Bakurê Kurdistanê li ser kar e û hat xwestin, şerê li dijî Kurdan tê meşandin derhal bê sekinandin.
DUSSELDORF
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê mîna her Çarşemê duh jî li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya vê hefteyê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê û Komuna Jinê ya Dusseldorfê ve hat organîzekirin. Di axaftinên li çalakiyê de şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê hatin bîranîn û hat destnîşankirin, ku heta dewleta Fransayê dawî li bêdengiya xwe bîne û kiryaran eşkere bike, ew ê her rojên Çarşemê çalakiyan lidar bixin. Di çalakiyê de belavokek bi zimanê Elmanî hat xwendin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Kujerê jinan Erdogan" hatin qîrîn.