'Ji bo ku pêvajo pêşde biçe divê Ocalan azad be'
'Ji bo ku pêvajo pêşde biçe divê Ocalan azad be'
'Ji bo ku pêvajo pêşde biçe divê Ocalan azad be'
Xebatên 8’ê Adarê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) dest pê kir û diyarî sê jinên kurd Sanîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê bi hovane hatin qetilkirin hat kirin bi leza xwe didome. Komîsyona Navenda 8’ê Adarê ku di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê hat ava kirin, der barê 8’ê Adarê de perpektîfek weşand
Di perpektîfê de hat diyar kirin ku jinên kurd 8’ê Adarê bi kîn û êşeke mezin pêşwazî dikin. Komîsyone wiha got: “Rêhevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê gihîştin şehadetê, dê soza wan soza me be, riya wan riya me be û berxwedana wan berxwedana me. Bi vê biryarbûnê dê têkoşîna jinan bi pêvajoyeke nû teşe bigiri. Dê ev êşa mezin, ji bo jinan veguhere hêzeke mezin. Li ser vî esasî baweriya me ya ji azadiyê re, şerê me yê li hemberî serdestiya zilam û azweriya me ya ji azadiyê re dê hemleyekê nû bide dest pe kirin.”
Di perpektîfê de wiha hat gotin: “Tevgera jinê xwediyên siyaseta Komploya Navneteweyî ya ku 15 sal in tê meşandin baş dizane. Hêzên ku beriya 15 salan bi Komployekê Navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û yên ku komkujiya Parîsê pêk anîn yek in. Ji ber ku siyasî û bîrdoziya gladioya tirk ne mimkun e bêyî ku piştgiriyê ji hegemonyaya navneteweyî bigire komkujiyeke wiha ya siyasîpêk bîne.”
Jinan di perpektîfê de anî ziman ku hemana ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ di pênasekirina dîrok û civakbûyînê de serî rekirin heqîqet e. Di perspektîfê de hat diyar kirin ku hevdîtin pêk tên, lê hê jî operasyo nên leşkerî û siyasî didomin û wiha berdewam kir: “Her wiha komkujiya Parîsê jî li holê ye. Ger birêz Ocalan azad nebe, dê derkeve holê ku hikûmet di vê pêvajoyê de ne samîmiye. Birêz Ocalan daxwaza me ya aştiyê ya heqîqetê îfade dike. Ji ber wê divê birêz Ocalan azad be.”
Jinan bal kişandin ser 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a DOKH’ê ku di 10-11-12’ê gulanê de pêk bê û wiha bi dawî kirin: “Dê ji Rojhilata Navîn 20 jinên akedemîsyen tevli konferansê bibin. Dê konferans bi şiyara ‘Jin jiyan azadî’ dest pê bike. Armanca me ya ji bo konferansê ew e ku pirsgirêkên jinan ên zayendî li Rojhilata Navîn bên tespît kirin û çareserkirin.”