Ji bo jinên Kurd manîfestoya jiyanê: Zîlan
Zeynep Kinaci (Zîlan) a 30'ê Hezîrana 1996'an li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî, di sala 1972'an de li Meletiyê ji dayik bû. Ji gundê Elmali yê navenda Meletiyê ye. Malbata wê ji eşîra Mamûrekî ye.
Zeynep Kinaci (Zîlan) a 30'ê Hezîrana 1996'an li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî, di sala 1972'an de li Meletiyê ji dayik bû. Ji gundê Elmali yê navenda Meletiyê ye. Malbata wê ji eşîra Mamûrekî ye.
Zeynep Kinaci (Zîlan) a 30'ê Hezîrana 1996'an li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî, di sala 1972'yan de li Meletiyê ji dayik bû. Ji gundê Elmali yê navenda Meletiyê ye. Malbata wê ji eşîra Mamûrekî ye. Zeynep Kinaci (Zîlan) dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Meletiyê dixwîne, zanîngehê jî li heman bajarî temam dike. Ji Zanîngeha Înonu ya Meletiyê ji Beşa Şêwirmendiya Rehberî û Psîkolojîk mezûn dibe. Beriya beşdarî Tevgera Azadiya Kurd bibe, li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê dixebite. Malbata wê di aliyê aborî de normal e, di aliyê civakî de bandorên feodal li ser hene. Her wiha taybetiyên burjuvaya biçûk jî li ser hene.
ÎDÎA, BIRYAR, MORAL Û ZELALBÛN…
Zeynep Kinaci (Zîlan) di malbatê de serbest digihê. Nêrînên çep û Kurdbûnê di salên lîseyê de nas dike. Di salên zanîngehê de eleqeya wê zêde dibe. Nêzîbûna wê ya li xeta PKK’ê destpê dike. Di 1994’an de li eniya Edeneyê xebatan dimeşîne. Salekê di nava xebatan de dimîne. Zîlan têkildarî vê pêvajoyê de vê nirxandinê dike: “Ez di pêvajoya perwerdeyeke cidî de derbas nebûm. Piştre ji ber girtinên di asta rêveberiyê de çêbûn, destekek têr nehat dayîn û ji ber sedemên weke, kes sivîl hiştin û bê bandor hiştin, dîsa ji ber sedemên ku veguhertina kesayetî çênebû, tevî ku evqas daxwaza min zêde bû, ez nebûm xwedî pêşketineke zêde û serketinekê.”
Di 1995’an de ji Eyaleta Dêrsimê beşdarî gerîla dibe. Di nava gerîlayan de bi nirxandinên xwe re kesayeta xwe ya li gorî berê, bi hemû aliyan nas kir û pêş ket. Di mijarên weke îdîa, biryar, moral û zelalbûnê de xwe xurt dike. Li ser esasê lixwekûrbûnê de, ligel dîroka Kurd û Kurdistanê, rastiya gel a hilhatiye, pêşengê vê PKK, îdeolojiya wê û bi taybet jî rastiya Rêbertiyê heye. Di sala 1996’an de li dijî konsepeta şer a li dijî tevgera rizgariya neteweyî hat avakirin, sekna mîlîtanî nîşan da.
‘EZ DIXWAZIM BIBIM SEMBOLA BERXWEDANA JINA KURD’
Zîlan li ser esasê soza xwedîderketina li mîrateya berxwedana PKK’ê, 30’ê Hezîrana 1996’an li navenda bajarê Dêrsimê li dijî leşkerên ku merasîma alê pêk dianîn, çalakiya întîxarî pêk anî. Zîlan dibêje ‘Ez dixwazim bibim sembola berxwedana jinên Kurd’ û dibe manîfestoya jiyana nû ya dîroka Kurd, jinên Kurd.
Zîlan dikeva nava leşkerên li merasîmê û bombeya li ser xwe diteqîne. Di vê çalakiyê de 5 leşker dimirin, piranî giran 35 leşker jî birîndar dibin. Ev çalakî ji bo Tevgera Azadiya Kurd dibe qonaxeke dîrokî; hem li ser Kurdan û hem jî li ser gerîlayan bandorek mezin dihêle.