Ji bo jinê çavkaniya jiyanê; xweparastin û rêxistinbûn e
Fermandarên YJA Starê yên li çeperên şer ên Kerkûkê têdikoşin, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê nirxandin.
Fermandarên YJA Starê yên li çeperên şer ên Kerkûkê têdikoşin, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê nirxandin.
Fermandarên YJA Star ên di çeperên şer ên Kerkûkê de cihê xwe digrin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê axivîn û gotin; “Wê serdema 21. bibe serdema jin.” Di nava nirxandinên xwe de herî zêde bal kişandin ser hişmendiya zilam a di tevahî cîhanê de xerabî û bê exlaqiyê belav dike. Ji bo vê jî gotin; “Dem ew dem e ku êdî jin pêwîste ji ew aqlê zilam hesab bipirse û jiyana xwe ji nû ve ava bike.”
ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ JINÊ ÎDEOLOJÎK IN
Yek ji fermandarên YJA Star Tolhildan Goyî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tunditiya li ser jinê axivî û got; “Pergala zilamê serdest ji jina bi hêz û zana gelek ditirse. Ji bo vê jî pêwîste jin her tim xwe di aliyê zanebûn û xwekirina hêz de her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de be. Di heman demê de ev pirsgirêkên ku tê jiyîn mirov tenê weke pirsgirêka jin bigre dest wê bikeve di nava şaşitiyên dîrokî de.” Tolhildan di nava gotinên xwe de herî zêde bal dikşîne ser dîroka jin a bi destê zilamê serdest hatiye berevajîkirin û dibêje; “Dîroka jin dîroka mirovahiyê ye. Lê pergal û hişmendiya zilamê serdest ev dîrok berevajî kiriye. Dîrokê ji xwe dide destpêkirin û jinê jî her tim tehşîr dike. Bila jin pir baş bizane jin çavkaniya jiyan û civakê ye. Ji bo vê bila êdî jin her tiştî ji bo xwe weke qeder nebîne. Bi taybetî jî êrişên ku li ser jin tê meşandin jî îdeolojîk in.”
Tolhildan Goyî di dawiya gotinê xwe de bang li tevahî jinan kir û got; “Dem dema şoreşa jinê ye. Jin wê cîhanê xilas bike. Bila ji xwe bawer be û xwe rast nas bike ew dem wê ti hêz nikare hêza jinê binpê bike. Bila êdî jin ji bo xwe bibêje êdî bes e û bi dest têkoşîn û berxwedanê bike. Dem dema xwe ji nû ve bi hêza xwe xwe afirandine.”
HEVGIRTIN BI SERÊ XWE ÇALAKIYEKE
Zelal Newal jî yek ji fermandarên YJA Star di nava gotinên xwe de li ser psîkolojiya jin a ku her tim xwe mexdûr dibîne û got; “Jinên ku her tim vê psîkolojiyê dijîn wê nikaribin têkoşînên bi hêz jî bidin meşandin. Ji xwe yê ku jin tine dike û bi hêz dike jî ev psîkolojiya ku dijî ye. Ji bo vê pêwîste beriya her tiştî jin xwe ji vê psîkolojiyê rizgar bike. Ew dem wê baweriya wê li hember wê pêş bikeve û karibe xwe nas jî bike.” Newal dibêje pêdiviya herî bingehîn ev e ku jin xwe nas bike û zanibe kî ye û çi ye ji bo vê got; “Jin bila xwedî li vîna xwe derkeve û bi dest avakirina jiyana xwe bike. Xwe benda ti kesî nehêle. Eger jin bi xwe azadiya xwe bi dest nexe kes nikare azadiya wê bi dest bixe. Jixwe azadî nayê xwestin.”
Zelal Newal bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî; “Ez bang li tevahî jinan dikim em xwedî nirxên xwe derkevin. Eger em vê nekin wê dîrok me lanet bike. Bawerî û hêviya min heye ku wê aqlê jin ê azad cîhanê ji vê rewşê xilas bike. Dem dema hevgirtinê ye, ev bi xwe jî çalakiya herê mezine . Werin em bi hev re parastina xwe ya bi hêz bikin û belavî tevahî cîhanê bikin. Em ji bîr nekin ji bo me hevgirtin û xweparastin gelek girîng e.”
XWEBÛN BI ZANABÛNÊ RE PÊŞ DIKEVE
Fermandara jin Bêrîtan Riha jî bal kîşand ser jinên Başûrê Kurdistanê yên ku xwedî çandeke ewqasî dewlemend lê di nava wê de tinebûna jin heye û dibêje; “Ev salek zêdetir bû em ji bo parastinê cihê we di Başûr de digrin. Bi rastî jî di Başûrê Kurdistanê de hişmendî û pergala zilam gelek kûr e. Li her derê rengê zilam heye û rengê jinê difetisîne û tine dike. Li vir her tim jin xwe dişewitînin. Li vir xwe şewitandin weke çandekê pêş ketiye. Ji bo ku jin hebûna xwe bi dest bixe pêwîste tirsa ku di hundir de dijî derbas bike. Bila baş were zanîn ew tirs nahêle jin bibe ya xwe. Ji ber xwebûn bi zanabûnê re pêşd ikeve û tê avakirin.”
Bêrîtan di dawiya gotinên xwe de dibêje; “Pêwîstiya me ya herî bingehîn ev e ku em hev bigrin, em zincîrên koletiyê parçe bikin û xwe ji nû ve biafirînin. Ew dem em ê aribin cîhanek nû û jiyanek nû biafirînin. Ji bo wê pêwîst e em tevahî rojên xwe bikin rojên têkoşîn û berxwedanê. Em di wê baweriyê de ne em ê cîhana jinan ava bikin.”