Ji bo hemû jinên Êzîdî…

Yekîneya duyemîn a YJŞ’ê ya artêşa jinê ya Şengalê jî di salvegera Fermanê de gihaşte Reqayê. Ji yekîneya YJŞ’ê Bêrîtan Êzîdxan û Dersim Êzîdxan gotin, ‘’em ê tola hemû jinên Êzîdî hilînin’

Yekîneya duyemîn a YJŞ’ê ya artêşa jinê ya Şengalê jî di salvegera Fermanê de gihaşte Reqayê. Ji yekîneya YJŞ’ê Bêrîtan Êzîdxan û Dersim Êzîdxan gotin, ‘’em ê tola hemû jinên Êzîdî hilînin’

Di salvegera 3’yan a Fermanda 73’an, 3’yê Tebaxê de yekîneyeke dî ya YJŞ’ê ji Şengalê ji bo ku tevlî ‘Şerê Mezin’ bibe gihaşte Reqayê. Yek ji şervana YJŞ’ê Bêrîtan Êzîdxan got, pir watedar e ku ew di rojeke wiha de li Reqayê ne û wiha got: ‘’Piştî ku Şengal me azad kir, me sond xwaribû ku em YJŞ hemû jinên girtî  rizgar bikin. Hebûna me ya li Reqayê ji bo rêya ku diçe armanca me pir girîng e. Di roja Fermanê de ji bo ku ez li vir im, li vê mewziyê me, ez vê weke pêkhatina xeyalên tolhildana xwe dibînim.’’

Dersim Êzîdxan, şervana YJŞ’ê jî şahidî li Fermanê re kiriye. Ew jî hîsên xwe wiha dibêje: ‘’3’yê Tebaxê Feman rabû. 4’ê Tebaxê hatim Şengalê. Dema ku hatim Şengalê weke ku ez hatibim bajarekî bê hêvî. Tişta ku min dîtî  ti caran ji bîr nakim. Bêhiviya bi gelê Êzîdî re dema ku min nan û av dida wan ji ser çavê wan xuya dikir niha şûna ji xwe ji hêzeke mezin û hêviyeke mezin re hiştiye. Di dema Fermanê de min jî sond xwaribû ku her çi jî bibe dixwazim tola gelê me yên ku hatin kuştin û jinên me hilînim. Niha piştî bi 3 salan hatime Reqa û weke ku min sonda xwe pêk anîne.’’

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA