Ji bo Ferînaz li Amsterdamê çalakî
Ji bo Ferînaz Xosrewanî ku dema hewl dida ji tecawizkariya endamên îstîxbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, li paytexta Hollanda Amsterdamê çalakî hat lidarxistin.

Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Amsterdamê ve hat organîzekirin, li Leîdspleîn a Amsterdamê pêk hat. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên beşdarî çalakyê bûn, belavok belav kirin.
Petra Kurdistanî ya di çalakiyê de axivî bibîr xist ku Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin, ji her parçeyî îro agahiyên dilşewat tên û got, "Ne zilma tê kirin, ne jî berxwedana gelên Kurdistanê ya lehengî ya li dijî vê zilmê ji aliyê cîhanê ve tê dîtin. Di cîhana roja îro de hewl tê dayîn, yên xurt weke mafdar bên dîtin û nîşandan. Lê belê yên mafdar gel û berxwedêr in. Di dawiya vê têkoşînê de wê gel bi ser bikevin."
Petra Kurdistanî ragihand ku Kurdên li Mahabadê îro li hemberî zilmê rabûne ser piyan û anî ziman ku ev pirsgirêk tevahiya gelên Kurdistanê eleqedar dike, lewma her kesên li çar parçeyan dijîn divê rabin ser piyan. Di çalakiya ku li eleqeyeke mezin rast hat de, berxwedana Kobanê, Şoreşa Rojava, gelên Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatin silavkirin.