Ji bo endametiya HDP'ê bang li jinan hat kirin

Di encamnameya civîna Hevserokên Jin ên Bajaran ên HDP’ê de, hate diyarkirin ku HDP partiya jinan e.

Encamannameya Hevserokên Jin ên Bajaran ên HDP’ê eşkere bû. Di danezanê de hate diyar kirin ku HDP partiya jinan e û bi berdewamî hate gotin, "Ji bo geşbûna hêvî û hêza jinê em bang li hemû jinan dikin ku bibin endamên HDP’ê û li nav meclîsên jinan xwe bi rêxistin bikin."

Encamnameya civîna Hevserokên Jin ên Bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku 19’ê Hezîranê bi serokatiya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag pêk hat, hate eşkerekirin.

Di danezanê de hate diyar kirin, ku li Kurdistanê serweriya ku nekarî berxwedanên xwerêveberiyê bişkîne, bi hêzên faşîst ên ku li rojavayê welêt bi rêxistin kirin, dest li qadên jiyanê yên jinan werdide û hat gotin, "Çavnebariya li hemberî gel, bawerî, ziman, mezhep, meyla cinsî û nasnameyên cinsî yên cihê, bi darê zorê berdewam dike. Ev çavnebariya bi darê zorê herî zêde bandorê li jinan dike. Ev rejîma darbeyê, bi çavsoriya mihefezekar û neolîberal hewl dide biryarên jinê yên têkildarî beden û jiyana wan asteng bike. Hewl dide di navbera jinan de xwedêgiravî cihêtiyan û hiyerarşiyan pêk bîne, jinan wekî dê, ne dê, nîv-tam, zewicî-nezewicî, bî etîket dike. Bi ser de dijminatiya vê rejîma darbeyê ya li hemberî jinê tenê bi gotin û gotebêjiyê bisînor namîne, bi rêya yasa, polîtîka û sepanînan hewl dide ku di ser bedena jinê re civakê ji nû ve saz bike."

Di danezanê de hate diyarkirin, bajarên bi polîtîkayên talanê yên AKP'ê hatine hilweşandin wê bi pêşengiya jinê ji nû ve werin avakirin û di encamnameyê de cih dan van gotinan, "Li Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê, Şirnexê, Hezexê, Silopiya, Colemêrg, Geverê her avahiya hilweşiyayî bi vîna jiyana nû û ked û xwêdana jinê em ê dîsa ava bikin. Bi şandeya jinan ku me bi vîna Meclîsa Jinê ava kirî, em ê serdanên xwe, bi wesîleya meha Remazanê û Cejna Remezanê em ê bikin hevhembêzkirineke nû, li hemû devera welêt, bi jinan re, bajarên ku hatine kavilkirin em ê bi gelê xwe re bigihijin hev."

Di danezana ku tê de hate gotin, "Êrîşên bi ser jinê de êdî bûne qirkirna zayendî" û hate ragihandin, di şexsê Çîlem Dogan de helwesta rûmetdar a jinên ku mafê xweparastinê pêk tînin ji bo jinan bûye hêviyek.

Di danezanê de hate gotin, HDP partiyeke jinê ye û wiha bi nav de çû, "Ji bo hêvî geş bibe û hêza jinê gur bibe em ê banga xwe bidomînin da ku jin bibin endamên HDP'ê û di nav meclîsên jinan de xwe birêxistin bikin. Wek jinên HDP'yî em dibêjin ku em ê li dijî her cure polîtîkayên ku jinan asteng dikin, kêm dikin paş ve dibin, rawestin û di serî de destnedan, di  şexsê Hevseroka me Yuksekdag  û parlamenterên me de, li hemberî her cure zext û zordariya li dijî vîna jinê em ê heqê xwe yê berxwedanê bi kar bînin û ji bo vê jî em ê qada vala nehêlin."