Ji bo Çîlem Dogan biryara berdanê
Ji bo Çîlem Dogan a ku bi armanca xweparastinê bi neçarî hevjînê xwe kuştibû, biyara berdanê hate dayîn.
Ji bo Çîlem Dogan a ku bi armanca xweparastinê bi neçarî hevjînê xwe kuştibû, biyara berdanê hate dayîn.
Li Edeneyê ji bo Çîlem Dogan a hevjînê wê destavêjî dikir û lê dida, bi neçarî hevjînê xwe kuştibû û ji aliyê dadgehê ve 15 sal ceza hatibû dayîn, bi kefaleta 50 hezar TL’yan hate berdan.
Serlêdana Parêzerê Dogan a ji bo 10. Dadgaha Cezayê Giran a Edeneyê hate qebûlkirin û heta ku pêvajoya darazê temem bibe bi kefaleta 50 hezar TL biryara berdanê da.
Dikarin Dogan bi biryara ji aliyê darazê ve dîsa bişînin girtîgehê.