Ji bo çalakiya adaletê ya 20’ê Tîrmehê ya li Dusseldorfê bangawazî

Çalakiya adaletê ya li Dusseldorfê Meclîsa Jinan a Berîvan Şengal a Essenê dewr girt. Di çalakiyê de bangawazî hate kirin ku bi girseyî tevlî çalakiya edaletê ya 20’ê Tîrmehê bibin.

Çalakiya adaletê ya li Dusseldorfê Meclîsa Jinan a Berîvan Şengal a Essenê dewr girt. Di çalakiyê de bangawazî hate kirin ku bi girseyî tevlî çalakiya edaletê ya 20’ê Tîrmehê bibin.

Çalakiya adaletê ya ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile li Parîsa Fransayê hatibûn qetilkirin, ya li ber Konsolosxaneya Fransiz a Dusseldorfa Elmanya ku di pêşengtiya YJK-ELMANYA- CENÎ’yê pêk hatî, vê hefteyê Meclîsa Jinan a Berîvan Şengal a Essenê dewr girt.

Di çalakiya Çarşemê de ku ev sê sal in bênavber didomin li ser navê Meclîsa Jinan a Berîvan Şengal a Essenê Dayika Nezîre axivî û got, ‘’ Heya ku kujer werin darizandin û rastî derkevin holê her Çarşem em ê li vir bin.’’

Nezîre got sedema taloqkirina dadgehê têkiliyên berjwendiyên li gel Tirkiyeyê ne.

Nezîre bang kir ku di serî de jin divê bi girseyî tevlîbûn li çalakiya 20’ê Tîrmehê çêbibe.

 

...