Ji bo bajarên ji aliyê AKP'ê ve hatin xerakirin kampanya alîkariyê

Pêkhateyên KJA'yê yên li Xelfetiyê, ji bo piştgiriyê bidin bajarên Kurdistanê yên ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatine xerakirin alîkarî kom kirin û eşyayên berhevkirî şandin.

Ji bo piştgiriyê bidin gelê li bajarên Kurdistanê yên ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatine xerakirin, pêkhateyên KJA' yên Xelfetiyê kampanyayek dan destpêkirin. Kampanya bi rêya Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava bi pêşengiya pêkhateyên KJA yên Xelfetiyê ve hat destpêkirin û malzemeyên paqijiyê û madeyên jiyanî yên hatine berhevkirin, ji bo bigihêje hewcedaran hatin şandin.

'EM LI BENDA DESTEKA GELÊ XWE NE'

Aktîvîstên KJA'yê eşyayên dan hev li qemyonê bar kirin û li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Aktîvîstan gotin, "Ji bo kampanya piştevaniya Cizîr, Sûr, Silopiya, Farqîn û navçeyên me yên din, em li benda desteka gelê xwe yê welatparêz, mirovên xwedî wijdan û parêzvanên biratiya gelan e. Divê her kesên xwedî wijdan destekê bide kampanyayê. Çawa ku di dema Şengal û Kobanê de gelê me piştgiriyeke xurt nîşan da, heman piştgirî girîng e îro ji bo Sûr, Farqîn, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê jî were nîşandan."