Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a li Marsîlyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat organîzekirin.
ANF
MARSÎLYA
çarşem, 13 tîrmehê 2016, 07:46
Di vê meşa girseyî de, daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Duh Mandela îro Ocalan", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", "Deh mîlyon mirov li benda bersivê ne" hilgirtin.
Meşê ji meydana Vîeûx Portê destpê kir û heta ber avahiya Nûnertiya Komîsyona Ewropayê dewam kir. Jinan tîşortên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe kirin û belavok belav kirin. Jinan, der darê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan raya giştî.