'Ji bo aştî û heqîqetê em ê li Amedê li hev bicivin'

Li dijî şerê dewleta Tirk, ku bi komkujiya Pirsûsê re di 20'ê Tîrmehê de da destpêkirin, jin bi rojane ji bo 'aştiyê' li kolanan nobedê digirin. Jin wê ji bo 'aştî û mafê heqîqetê' di 6'ê Sibatê de li Amedê bin.

Bi hezaran jinên ji bo aştiyê îmze danîne, wê di 6'ê Sibatê de li Amedê nobeda aştiyê bigirin. Ji rêveberên kampanyayê Ferîde Eralp diyar kirin, ji bo aştî û mafê heqîqetê ew ê li hev bicivin.

Li dijî şerê dewleta Tirk, ku bi komkujiya Pirsûsê re di 20'ê Tîrmehê de da destpêkirin, jin bi rojane ji bo 'aştiyê' li kolanan nobedê digirin. Jin wê ji bo 'aştî û mafê heqîqetê' di 6'ê Sibatê de li Amedê bin.

Jinên mora xwe danîne binê kampanya "Em ne alîgirê mirinê ne, em alîgirê jiyanê ne, aştî û mafê heqîqetê diparêzin' a di 18'ê Çileyê de ji aliyê 160 rêxistinên jinan û LGBTÎ ve hat hat destpêkirin, wê li Sumerparkê nobeda aştiyê bigirin.

Hejmara jinên mora xwe danîne binê kampanyayê 5 hezar derbas kir. Di nava jinên mora xwe danîne binê kampanya îmzeyan de, Ayça Damgaci, Banû Guven, Defne Halman, Denîz Turkalî, Emîne Ûşakligîl, Feryal Oney, Fethiye Çetîn, Julîde Kûral, Lale Mansûr, Mehveş Evîn, Nûr Surer, Nûrcan Baysal, Pinar Ogunç, Seray Şahîner, Tîlbe Saran, Tûba Onal, Ûmay Ûmay, Vîvet Kanettî Ûlûç, Yasemîn Goksû û Zeynep Tanbay jî hene.

'EM Ê 24 SAETAN NOBEDA AŞTIYÊ BIGIRIN'

Ferîde Eralp li ser kampanyayê agahî da ANF'ê û diyar kir, wê ji bo tevlîbûna çalakiyê ji Stenbol, Îzmîr, Enqere, Mersîn, Edeneyê otobus bên şandin. Eralp got, "Ji bilî van bajaran wê ji Çanakkale, Bodrûm, Dêrsim, Ayvalik, Antakya û Artvînê jî jin beşdar bibin. Em ê bi tevlîbûneke girseyî çalakiya xwe pêk bînin."

Eralp ragihand ku ew ê 24 saetan li Sumerparkê nobeda aştiyê bigirin û wê aştî, mafê heqîqet û muzakereyê derxînin pêş. Eralp got, "Em aştiyê û mafê xwe yê heqîqetê heta dawiyê diparêzin. Heta ku li ser heqîqetan neyê axaftin, mercên muzakereyê pêk nayê. Divê ji bo aştiyê mercên muzakereyê ava bibe. Aştî jî nebe, mercê jiyanê nabe. Ji ber vê yekê em ê çalakiyek ji bo aştî, heqîqet û muzakereyê pêk bînin."

Eralp bal kikand ser qedexeyên derketina derve û ragihand, ew dixwazin piştgiriyê bidin gelê ji neçarî di bin dorpêçiyê de dijîn.

KAMPANYA WÊ LI BER MECLÎSÊ BI DAWÎ BIBE

Eralp anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de îmzeyên hatine komkirin wê teslîmî Meclîsê bikin û got, "Em ê îmzeyan teslîmî bikin û ji meclîs û hikûmetê re bêjin, 'aştî mafê me ye, pêkanîna vê jî wezîfeya we ye'. Em ê bixwazin ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyê û pêkhatina aştiyeke mayînde, şert û merc werin afirandin."

Eralp da zanîn, ku kampanya wan wê bi çalakiyek li ber Meclîsê li Enqereyê bi dawî bibe.