Ji Berdevka KJA'yê ya girtî Ata peyama 25'ê Mijdarê
Ata ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê peyamek ji bo 25'ê Mijdarê şand û hemû jinên têkoşer silav kir. Ata got, "Çîroka xwişkên Mîrabel, ji bo me sedema xurtkirina rêxistin û têkoşînê ye."
Ata ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê peyamek ji bo 25'ê Mijdarê şand û hemû jinên têkoşer silav kir. Ata got, "Çîroka xwişkên Mîrabel, ji bo me sedema xurtkirina rêxistin û têkoşînê ye."
Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata ya li Amedê hat binçavkirin û piştre hat girtin, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê, ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê peyamek şand.
Ata hemû jinên têkoşer silav kir û got, "Em dizanin, çîroka xwişkên Mîrabel îro li herêmên cuda yên cîhanê zindî ye û diqewime. Ev rastiya dilşewat û giran a di jiyana wan de derketin holê, ji bo me sedema mezinkirina rêxistin û têkoşînê ye."
Peyama Ata ya ji bo jinan bi vî rengî ye: "Weke jinên KJA'yî, em 25'ê Mijdarê ku roja têkoşîn û piştevaniyê ye, ji tecrûbeyên heyî, ji rastiya 'rejîma dîktatorî û dîktator', ji rastiya 'mehkûmên polîtîk' a li girtîgehan derketiye holê, ji rastiya 'xizmên mehkûmên polîtîk' ên her tim li ser rêya girtîgehan e, ji rastiya 'destavêtinê' ya desthilatdariyê, ku bedena jinê her tim weke xenîmetê dîtiye, ji rastiya 'jinên tên kuştin/komkujiyên jinan' cuda nanirxînin.
Em zanin, çîroka xwişkên Mîrabel îro li gelek herêmên cuda yên cîhanê zindî ye, diqewime. Ev rastiya dilşewat û giran a di jiyana wan de derketin holê, ji bo me sedema mezinkirina rêxistin û têkoşînê ye.
Ev têkoşîn nabe bi tenê di rojekê, hefteyekê yan jî mehekê de bê meşandin. Em ji wan jinan e, ku dibêjin, 'Heta şîdeta li jinê bi temamî biqede, her roj 25'ê Mijdarê ye, her roj roja têkoşîn û piştgiriyê ye'. Ji ber vê yekê, sîstema bi serdestiya mêr me li dijî xwe weke gefekê dibîne û dike hedef.
Li ser vê bingehê, ez bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna xwişkên Mîrabel ditewînim; jinên ku bi têgihiştina '23'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî rojeke têkoşînê ye' li ber xwe didin, silav dikim."
Ata, di dema çalakiya şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.
Ata di 30'ê Cotmehê de ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgah Tîpa F ya bi Hejmara 1. a Kandirayê.