‘Îxaneta herî mezin jibîrkirin e!’
Meclîsa Jinên Êzidî yên Şingalê bi rasthatina salvegera qetlîama Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Tola fermana 73’an em tenê dikarin bi rêxistinkirina xwe bigirin.”
Meclîsa Jinên Êzidî yên Şingalê bi rasthatina salvegera qetlîama Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Tola fermana 73’an em tenê dikarin bi rêxistinkirina xwe bigirin.”
Meclîsa Jinên Êzidî yên Şingalê di dawiya daxuyaniya xwe de daxwazên xwe rêz kir û her wiha soza tolhildanê da.
Daxuyaniya Meclîsa Jinên Êzidî yên Şingalê wiha ye:
“Roj derbas bûn, sal vegeriya,careke din devê birînên me vebûn. Ew birînên 73 caran hatin daxdan û nekemilîn.Hê yek baş nebû birîneke din vebû di canên me de. Hiş û mêjiyê me qet tu car ji bîr nekir û qebûl nekir;giriyê zarokan, qêrînên dayikan. Her carê weke xencerekê ye di dilê me de asê bûyî.
Sêyê meha heşt. Belkî rojek ji rojan bû ji bo her kesekê, belkî rojek ji rêzê ya havîna germ. Ji bo şahidên wê rojê rojeke ti car neyê jibîrkirin. Li bayê li çiyayên Şengalê wê rojê jiyan kirî,rojek cehenemî bû ku dil û mêjî, wijdana mirovahiyê diqeland. Ji rojekê zêdetir êdî dîrokek bû. Ji bo bi hezaran qîz û bûkên xwe ji zinaran de wer kirin da nekevin destê laşfiroşan ew roj cemidî di salnameyan de. Zarokên ji tîn û birçiya mirin wê her sal di wî temenî de bimînin, bêdawî, bêmirinî lê bêlaş.
Gelo mimkun e mirov wê rojê tiştek nebûyî, nehatî jiyankirin bidîta û derbas bikira, ji bîr bikira. Xwezî ew roj derketa ji nav rojên salê. Lê jibîrkirin îxaneta herî mezin e ku mirov ewil li xwe û li şehîdên xwe bike.
Tu car neyê jibîrkirin ku kîna me dijwar bibe.
Neyê jibîrkirin ku êş û kîna me bibe zanîn, rêxistinî û veguhere berxwedanê.
Bila mirovahî bibihîze ew roj çawa weke gurên har êrîş anîn ser me. Bav û birayên me li ber çavên me rêz kirin û gulebaran kirin. Hevkarên dijminan ew destvala û bêparastin hiştibûn. Zarokên me ji sînga me kirin û serî jêkirin, avêtin tendûrên sicirandî. Keç û bûkên me yên ciwan weke xenîmet firotin hevûdu. Hinek ji me ji bazarekê dibirin bazara din da ku weke kole bifroşin hovan. Mirin wek xelasiya herî mezin bû bi destê me nediket. Hin ji me jî gihîştin wî şansî.
Yên neketin dest, di kelekela germa tebaxê de xwe li çol û pesaran, li çiya û keviran xistin. Bi hêviya ku rizgar bibin. Lê zarok û extiyarên ji tî û birçînan ziwa bûn li pişt xwe hiştin.
Hinek jê gotin cihê me li van axan nemaye û xwe li deryayan xistin. Bi hêviya ku azadiya xwe li ber deriyên Avrûpa bibînin. Bêyî ku bizanibin ev karesat ji aliyê kê ve hatine plankirin. Di nav pêlên dijwar de winda bûn, heta bi hetayê çavê dayikên wan li rêya dûr… Yên xwe bişans didîtin di kampên Avrûpa de ku ji bazarên koleyan tu ferqa xwe tune ye, bi êşa poşmaniyê man.
Li aliyê din jî berxwedan hebû. Zarokên rojê ku agir ji xwedayên zalim dizîbûn hatin hawara wan. Bûn çirûska hêviyê, di taristaniya nava rojê de. Bedenên xwe kirin mertal, hêrsa xwe kirin agir û bi ser xwînmijan de barandin. Hem şer kirin hem kal û pîrên nesax dan pişta xwe, av bi devê zarokan de kirin. Ruhê berxwedanê şîn kirin di nav xort û keçên êzîdxanê de. Bûn yek bi milet re û şerê xwe kirin.
Ew roj dayikan ku çav li şervanên azadiyê ketin keçên xwe şandin şer ji bo heyf û tola xwişk û bira û xizmên xwe bigirin. Ew roj bi sedan ciwan sonda tolhildanê xwarin. Heta ku heyfa gelê xwe negirin venegerin li wan.
Em êdî bêhêvî nînin. Ji hejmarê tiliyê destekî em gihîştin hezaran. Me careke din çiyayên xwe mesken girt ji bo berxwedanê, ji bo serhildanê û ji bo tolhildanê. Em êdî li ser kokên xwe şîn dibin, vedigerin cewhera xwe, jiyana xwe ya komunal ava dikin. Keç û xortên êzîdxanê artêşên xwe ava kirin, gel sazî û dezgehên xwe li dar xistin. Her roja derbas dibe civakîbûna me zêde dibe.
Ji bo me jinên Êzîdxanê êdî tu tiştek weke berê nîne. Me dost û dijminên xwe baş nas kir. Banê Meclîsa Jinê ji bo me bû stargeha berxwedan, xwe parastin û rêxistinbûnê. Rêxistinbûna me, sazîbûna me, hêza me ye. Tola fermana 73’an em tenê dikarin bi rêxistinkirina xwe bigirin. Em ê tu car bêdeng nemînin û heta dawî di talebên xwe de bi israr bin.
Her wiha em bang li hemû civakan, sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku;
Wehşeta ku 3’yê tebaxa 2014’an li Şengalê li ser civaka Êzdî hat kirin weke jenosîd were qebûlkirin. Kesên rê li ber vê jenosîdê vekirine di dadgehên navneteweyî de bên darizandin.
Ji bo nirxên çandî û bawerî yên civaka Êzdî werin parastin û bikevin bin ewlehiyê tedbîrên pêwîst bên girtin.
Civaka Êzdî ku li Şengalê xwe bi xwe rêve dibe, ev rewşa wan ji aliyê saziyên navneteweyî ve bê naskirin û di destûrên bingehîn ên dewletên têkildar de bi ewle bibe.
Ji bo êzdiyên bi taybetî di fermana dawiyê de li çar aliyên dinyayê belav bûne vegerin welatê xwe, ser axa xwe projeyên pêwîst bên pêşxistin. Her wiha destek bidin xebatên ji nû ve avakirina Şengalê. Ev destek ji destê hikûmeta herêmî re neyê hiştin, rê neyê dayîn ku berjewendiyên xwe yên siyasî têde bi kar bînin. Bi destê înîsiyatîfên sivîl û xwecihî werin kirin.
Ji bo êsîrên me bên rizgarkirin xebat bên meşandin. Di vî warî de desteka pêwîst bidin hêzên berxwedanê yên herêmî.
Êsîr û jinên me yên tên rizgarkirin dema ji malbat û civaka xwe tên qutkirin û di navendên terapiyên Avrûpa de destekê didinê encamên baş û mayînde jê dernakevin. Em bang dikin ku navendên destekê yên wiha li ser axa me û li derdora me werin avakirin.
Li ser van esasan em jinên Êzîdxanê, careke din soz û biryara xwe teze dikin ku heta dinya hebe em ê 3’ê meha 8 ji bîr nekin û heyf û tola xwe ji dijminên xwe bigirin.”