IWA, Sakîne Cansiz hêjayî xelata sembola şoreşa jinê dît
Tifaqa Jinan a Navneteweyî (IWA) di kongreya xwe ya duyemîn de, şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz hêjayî xelata 'Sembola Şoreşa Jinê' dît.
Tifaqa Jinan a Navneteweyî (IWA) di kongreya xwe ya duyemîn de, şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz hêjayî xelata 'Sembola Şoreşa Jinê' dît.
2. Kongreya Tifaqa Jinan a Navneteweyî, di 11'ê Mijdarê (îro) de bi beşdariya 75 nûnerên sazî û rêxistinên jinan ên ji 16 welatan, li paytexta Fîlîpîn Manîlaye pêk hat
Kongreya IWA ku çar salan carekê tê lidarxistin, îsal di bin navê 'Jin li dijî faşîzm, mîlîtarîzm û talankirina aboriyê de azadiyê diafirînin' bi 4 rojên sereke hat birêvebirin.
Di beşa yekemîn de bernameyê rêbazên têkoşîna li dijî mîlîtarîzmê hat nirxandin, di beşa duyemîn de rapora rêxistinî hat xwendin, ji bo rêveberiya nû hilbijartin hat kirin û herî dawî jî bi şevekê serketina kongreyê hat pîrozkirin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Rêxistian Jinên Fîlîpînê (GABRÎELA) Lûz Îlgan ve hat kirin. Di axaftinê de hat diyarkirin ku li her aliyê cîhanê jin li hemberî faşîzm, mîlîtarîz û desthilatdaran li ber xwe didin û yên ziyana herî mezin di şer û komkujiyan de dibînin, dîsa jin û zarok in.
NÛNERÊN CENÎ Û KNK'Ê RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN HATIN
Di kongreyê de nûnerên ji welatên Amerîka, Fîlîpîn, Çîn, Pakîstan, Kore, Hîndîstan û Awûstralya pirsgirêkên xwe anîn ser ziman.
Nûnera Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ Songul Talay û Nûnera Komîsyona Jinan a KNK'ê Mîchelle Allîsîon ku di heman demê de endama ROJ WOMEN e, bi nirxandinên xwe bandoreke mezin li kongreyê irin.
Di axaftinan de rewşa berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, ku bi pêşengiya jinê li Rojava bi pergala konfederalîzma demokratîk li cîhanê deng vedaye, hat vegotin. Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana gelê Kurd li Bakur bi xwerêveberiyan, dîsa li Şengalê li ser esasê xwerêvebirinê û giştî dîroka têkoşîna Jina Kurd di kongreyê de hatin nirxandin.
SAKÎNE CANSIZ WEKE SEMBOLA ŞOERŞA JINÊ HAT PÊNASEKIRIN
Di axaftinên li kongreyê de hat ragihandin ku ji bo têkoşîna jinê Sakîne Cansiz manîfestoya jinayê û sembola berxwedanê ye. Bi danasîna Cansiz re kongreyê ew weke modela xwe ya çareseriyê û sembola şoreşa jinê pênase kir û hêjayî vê xelatê dît.
ÇEND JI BIRYARÊN DI KONGREYÊ DE HATIN GIRTIN
Yek ji biryarên di kongreyê de hat wergirtin ew e, ku di salvegera sêyemîn a komkujiya Parîsê de, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li 16 welatan bi çalakiyan bên bîranîn.
Her wiha biryar hat kirin ku li malpera IWA de, li ser dîroka Tevgera Jinên Kurd beşek 'lînkek' were bicihkirin.
Ji bo jinên Kurd ên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ'ê bên rizgarkirin û rewşa civaka Êzidî li Şengalê bi xwserî fermî bê qebûlkirin, wê li her welatan nameyên vekirî ji hikûmetan re bên şandin û di heman demê de malperek taybet li înternetê ji bo berhevkirina îmzeyan ji bo piştgiriya Tevgear Jinên Kurd bê vekirin.
Her wiha biryar hat dayîn ku ji bo xweseriya Kobanê û bi giştî ya Rojavayê Kurdistanê di warê fermî de bê qebûlkirin, daxuyaniyek hevbeş bê dayîn. Ji bo tevkarî li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bê kirin, çalakî bên lidarxistin.
Wekî din hat xwestin, ku li ser serpêhatiya Sakîne Cansiz û dîroka Kurdistanê materyalên Îngilîzî bêhtir bên amadekirin, ku li her aliyê cîhanê xebateke xurttir û hemwext bê meşandin.