Irmak: Azadî, ji xweparastinê derbas dibe
Hevseroka KCD’ê Irmak wiha got: “Ji bo avakirina pergala ku em têkoşîna wê didin, pêwîst e em sîstema xweparastinê bidin rûniştandin.”
Hevseroka KCD’ê Irmak wiha got: “Ji bo avakirina pergala ku em têkoşîna wê didin, pêwîst e em sîstema xweparastinê bidin rûniştandin.”
Hevseroka KCD’ê Irmak wiha got: “Ji bo avakirina pergala ku em têkoşîna wê didin, pêwîst e em sîstema xweparastinê bidin rûniştandin.”
Hevseroka KCD’ê Irmak wiha got: “Ji bo avakirina pergala ku em têkoşîna wê didin, pêwîst e em sîstema xweparastinê bidin rûniştandin.”
Li paytexta Îngîltere Londrayê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê panelek hat lidarxistin. Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, Nûnera SKB’ê Hatîce Guden, Nûnera PYD’ê Ronash Efrîn wek axaftvan tevlî panela ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Roj li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin bû. Moderatortiya panelê jî Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya Turkan Bûdak kir.
GUDEN: DIVÊ EM PRATÎZE BIKIN
Di panelê de axaftina yekem Nûnera SKB’ê Guden kir û ev got: “25’ê Mijdarê roja raperîna li hember zîhniyeta zilamê serwer, pergalê, dewletê ye. Bi tarzê têkoşîneke ku li tevahî salê bi perspektîfa xweparastinê belav bûyî ve em ê meşa xwe bidomînin. Em ne zeîf, bê hêz, bê îrade ne. Bi gihiştina rêxistinbûyinek ku dikare di her qadê jiyanê de xweparastinê ava bike, li hember tevahî êrîşan divê em parastinê û daxwazên xwe hê xurttir qîr bikin û pratîze bikin.”
EFRÎN: ME HÊZA JINÊ NÎŞANÎ CÎHANÊ DA
Ronash Efrîn jî li ser navê Nûnertiya PYD’ê ya Brîtanya tevlî panelê bû, behsa têkoşîna jinên li Rojava dimeşîne kir, bal kişand ku di berxwedana Kobanê de jinan di çeperên herî pêş de cihê xwe girtin. Efrîn wiha got: “Jinên pêşengiya berxwedanê kirin, hêza xwe nîşanî tevahî cîhanê dan.”
IRMAK: EM DI PÊVAJOYEK BI AVANTAJ DE NE
Hevseroka KCD’ê Irmak jî di axaftina xwe de mijarên xwerêveberî û xweparastinê nirxand. Irmak wiha got: “Li dijî kesên dibêjin, ‘serdemên şoreşa bi dawî bûn’, em wek Rojava sedsaleke şoreşan dijîn. Ji bo derbekirina kapîtalîzmê ya ku ji bo xwe bide jiyîn diperpite, em neçar in derketinek pergalî û alternatîfekê biafirînin. Di pergala alternatîf a ku em ê bafirînin de em ê jinê bikin hêza esasî. Em ê sîstema neteweya demokratîk, sîstema rêveberiya xwecîhî, sîstema xwerêveberiyê ava bikin.”
'DIVÊ EM XWEPARASTINÊ BIDIN RÛNIŞTANDIN'
Irmak behsa neçariya xweparastinê jî kir û wiha got:
“Ne tenê bersivdayina êrîşan, çareseriyên pirsgirêkan dîtin, çareseriya xwe bi xwe afirandin jî di nav polîtîkaya xweparastinê de cih digire. Ji bo pêşiya şîdetê bê girtin, xwe ava bike, wek nasname xwe biparêze û wek ferd azad bibe jî divê em sîstema xweparastinê bidin rûniştandin. Azadî di vir re derbas dibe. Ferdê rêxistinbûyî, avakirina rêxistinê,mekanîzmayên xweparastinê avakirin e.
Ev milê ku em wek sîstemî digirin dest jixwe milê wê yê çekdarî jî heye. Eger em ê sîstemekê ava bikin, ji bo li hember şîdetê em karibin bi şîdetê bersiv bidin, avakirina lingê wê yê çekdarî jî heye. Eger YPJ’e nebûya, bi YPG’ê re têkoşîn nemeşanda, ev şoreşa bi heybet çênedibû. Şoreşa Rojava tenê bi xweparastina di qadên civakî, siyasî û dîplomatîk pêş nediket.
Piştî beşa pirs û bersivan, panel bi dawî bû.