Însiyatîfa Jinên Şoreşger ên Ciwan: Li dijî darbeyê dakevin qadan!

Însiyatîfa Jinên Şoreşger ên Ciwan bang li ciwanan bi taybetî jinan kir, li dijî qanûna darbeyê dakevin qadan.

Însiyatîfa Jinên Şoreşger ên Ciwan, têkildarî darbeya AKP/Qesrê ya bi piştgiriya CHP û MHP'ê kir, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "AKP wê bi derbeke giran têk biçe. Desthilatdarî bi xwe û partiyên qaşo mûxalîf in CHP û MHP ji hev dikevin. Weke yekane rêya xilasiyê; li dijî gelê me, li dijî vîna gelê me dibin yek û bi hev re qanûnan derdixînin."

Di daxuyaniyê de işaret bi rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hat kirin û hat destnîşankirin, ku weke jinên şoreşger ên ciwan, ew ê nehêlin dest bidin vîna wan a ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin.

Însiyatîfê bang li jinên şoreşger ên ciwan û gel kir, ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyên 'dest nede vîna min' bibin û got, "Werin em qesrê bi serê sûltan de birûxînin. Ev welat û her tişt ên gel in, yanî yên me ne. Dem dema xwedîderketina li ya xwe ye. Yekane çareseriya li hemberî darbeyê, daketina qadan e."

'SERHILDAN WÊ AKP'Ê BIQEDÎNE'

Însiyatîfê ji jinên şoreşger ên ciwan xwest, li kolanan bibin pêşeng û got, "Dem dema çalakiyan e. Serhildan wê AKP'ê biqedîne, lewma AKP ji serhildanan gelekî ditirse. Em soz didin gelê xwe, ku ji bo têkbirina AKP'ê em ê her tiştî bikin. Roj roja rabûna serhlidanê, roja hesabpirsînê ye. Vîna gel wê bi ser bikeve. AKP a faşîst wê bi derbeke giran têk biçe."