Ingilistanê ji bo REPAK’ê piştevaniya xwe nîşan da
Ingilîstanê piştevaniya xwe ji bo Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) , ku ofîsa wan a Hewlêrê bi destê hêzên girêdayî asayîşa PDK’ê ve hatibû girtin, nîşan da.
Ingilîstanê piştevaniya xwe ji bo Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) , ku ofîsa wan a Hewlêrê bi destê hêzên girêdayî asayîşa PDK’ê ve hatibû girtin, nîşan da.
Bi pêşengtiya Însîyatîfa Jinan a Aştî ji bo Kurdistanê ji Mesûd Barzanî re nameyeke eşkere hate şandin, name ji hêla gelek kesan ve hate îmzekirin. Di nameyê de girîngiya xebatên REPAK’ê hate nîşandan û hate xwestin ku astengiyên li pêşiya saziyê were rakirin.
Nameya eşkere ku ji Mesûd Barzanî re hate şandin, wiha ye:
“Em, kesên ku li jêrê îmzeya xwe danîne, dixwazin ku tu rayeya xwe bixebitînî û ofîsa li Hewlêrê ya Navenda Têkiliyên Jinên Kurd bidî vekirin, da ku bikaribe xebatên xwe yên rewa yên ku bi temamî bi yasayan re li hev in, bidomîne. Bînahiya REPAK’ê ya li bajêr 5’ê Gulana 2016’an bi destê hêzên asayişê ve ku girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, hate girtin. Dest li ser xebatkarên saziyê hate danîn û her wiha dest li ser nasname û telefonên wan jî. Bi wesayîteke hêzên ewlekariyê ew derxistin derveyî bajêr û ji wan re hate gotin, qedexeye ku ew têkevin bajêr. Ofîsa REPAK’ê hê jî girtiye. Der barê van sepanînên metirsîdar, hê hincetek nehatiye gotin. Ev helwest bi temamî helwesteke dijdemokratîk e û xwe naspêre ti zemîneke qanûnî. Astengiyê li hemberî xebatên jiyanî yên bi mebesta piştevaniyê li jinên Kurd ên Rojhilata Navîn datîne.
Jinên Kurd li Rojhilata Navîn di mijara parastina heq û hiqûqê jinê de, di eniya pêş de cihê xwe digire. Li parçeyên cihê yên Kurdistanê nûnertiya siyasî û kulturî vekirine û bi gelek zext û zordariyên herî hêwilnak ên baviksalarî ku bi qesta kuştinê re hevrû mane.
Jinên Kurd di van keftûleftên xwe de piştevaniyek xweş ji REPAK’ê standine. REPAK ji Adara 2014’an ve li Hewlêrê, bi temamî weke rêxistineke sivîl a civakî, bi awayekî qanûnî, bû piştevan ji gelek rêxistinên jin ên Kurdan re û di qada navnetewî de kir ku bihistyariyek ji bo xebatên jinên Kurd ên bestdar re çêbibe. REPAK’ê der heqê jinên Kurd û pêşketina wan de bû adrêseke têkilîdanîneke girîng ji bo gelek şandeyên ku ji çar aliyên dinyayê têne Kurdistanê û dixwazin bibin xweyî agahdar.
REPAK bi rêkûpêkî tevlî konferansên navnetewî dibe û kedeke wê ya girîng jî heye di nav Konferansa Jinên Dinyayê de. Saziyê bi awayekî serkeftî têkildarî êrîşên hovane ku DAÎŞ’ê li Şengalê li hemberi jinên Êzdî pêk anî, agahî dan. Her wiha berxwedana bi qehremanî ya li ku li Kobanayê Rojava li dijî DAÎŞ’ê nîşan dayî jî, kir rapor. Cihê metirsiyê ye ku keda REPAK’ê ya ku li hemû beşên Kurdistanê dayin were krîmînalîzekirin, sansurkirin û were girtin. Ev rewşa malkambax ne rewa ye.
Em bang li hikûmeta we dikin bi bayê bezê helwesta xwe ya li hemberî REPAK’ê bifikire. Li Brîtanyayê û li hemû dinyayê kesên ku dixwazin zext û zordariya li hemberî jinên Kurd bi dawî bibe em dixwazin bibînin: Ofîsa REPAK’ê divê dîsa vebe.
Piştevan:
Kampanyaya Dijberên ku Civakan Krîmînalîze Dikin - Campaign Against Criminalising Communities (CAMPACC)
Estella Schmid, Kampanyaya Ji Kurdistanê re Aştî
Melanie Gingell, barrister
Christine Blower, NUT Sekretarya Navnetewî
Rahila Gupta, Nivîskar - Rojnamevan
Victoria Brittain, Nivîskar- Rojnamevan
Liz Saville-Roberts, Parlamenter
Jill Evans, Parlamenterê Parlamena Ewropayê
Gareth Peirce, Hiqûqnas
Amata Morgan, Rojnamevan
Prof. Mary Davis
Prof. Penny Green
Margaret Owen,Dîrektorê Ji Bo Aştiya Bi Demokrasiyê Jinên Bî (Widows for Peace Through Democracy)
Cynthia Cockburn, Lêkolîner û Nivîskar
Natalie Csengeri, Haldane Wekîlê Serokê Komên Hiqûqnasên Sosyaylîst
Sarah Parker, Haringey UNITY
Lindsey German, Koalîsyona Şer Rawstînin
Martha Jean Baker, Ji bo Aştî û Azadiyê Lîga Jinên Navnetewî - Women International League for Peace and Freedom
Aysegul Erdogan, Endamê Meclîsa Islînton
Elif Sarican, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê
Suna Parlak, Aktivist û Rojnamevan
Jo Magpie, Rojnamevan- Nivîskar
Ala Hassan, BA Têkiliyên Navnetewî
Ali Kanea, Rojnamevan û Aktivist
Theresa Webb, UNISON
Jan Jananayagam, Rêxistina Tamîlan li Dijî Jenosîdê
Val Swain, Zanîngeha East Anglia
Suna Alan, Hunermend û Rojnamevan
Debbie Bookchin, Rojnamevan - Nivîskar
Bruce Kent
Lord Rea
Lord Dholakia
Nick HIldyard, Şêwirmendê Siyasî
Dr Derek Wall, Şêwirmendê Navnetewî yê Partiya Kesk
Mark Thomas, Rojnamevan - Nivîskar
Joe Ryan, Westminster Başkanı Serokê Komîsyona Aştî û Dadmendiyê
David Morgan, Rojnamevan
Stephen Smellie, UNISON
Trevor Rawnsley, Rojnamevan
Ali Has, Hiqûqnas
Zaher Arif, Aktivist û nivîskar
Alastair Lyon, Parêzer
Komaleya Karkerên Hîndûstanî
Raghu Jayantiya, Zanyarê Civakî û aktivîst
John Hunt, Rojnamevan
Arian Mufid, Editör, Kurdistan Tribune