ÎHD'ê rapora Binpêkirina Mafên Jinan aşkere kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, rapora li ser Binpêkirina Mafên Jinan ên li herêmên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatoliyê di sala 2015'an de rû dan, aşkere kir.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, rapora li ser Binpêkirina Mafên Jinan ên li herêmên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatoliyê di sala 2015'an de rû dan, aşkere kir.

Rapor li avahiya ÎHD'ê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê hat aşkerekirin. Di rapora ku ji aliyê endamên Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê ve hat aşkerekirin de hat gotin, "Binpêkirina mafên jinan, ji Tebaxa 2015'an û vir ve bi qedexeya derketina derve ya 59 caran li 19 navçeyên ser bi 7 bajarên Kurdistanê hatine îlankirin re derketiye asteke bilind û tirsnak."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo ji holê rakirina tavmaya ji ber koç û rewşa şer, xebat bê meşandin û hat destnîşankirin, ku di dozên şîdeta li hemberî jinê de pêwîste kêmkirina ceza ya ji ber bahaneyên "rewşa baş", "helwesta bi hurmet", "tehrîka neheq" bên rakirin.

Endama Komîsyona Jinê Hatîce Demîr, Bîlançoya Binpêkirina Mafên Jinan ên Sala 2015'an aşkere kir. Li gorî vê yekê;

"Di kuştinên bêdaraz de (jinên ji aliyê polîs û jendermeyan ve hatine kuştin û birîndarkirin), 18 jin hatin qetilkirin, 29 jî birîndar bûn.

Hejmara jinên ji ber binpêkirin û şaşîtiya fermî mirin; 7

Hejmara jinên di êrîşên kiryar nediyar de mirin; 11

Jinên bi gumanbarî mirin; 17

Xwekuştina jinê; 23

Şîdeta di nava malbatê de; 19 mirî, 12 birîndar."