Hollande jina ku hevserê xwe yê şîdet lê dikir kuşt, efû kir
Li Fransayê, jineke ku ji ber kuştina hevserê xwe yê 47 salan şîdeta fîzîkî û zayendî lê dikir hat mehkûmkirin, di encama kampanyayê de hat efûkirin.
Li Fransayê, jineke ku ji ber kuştina hevserê xwe yê 47 salan şîdeta fîzîkî û zayendî lê dikir hat mehkûmkirin, di encama kampanyayê de hat efûkirin.
Li Fransayê, jineke ku ji ber kuştina hevserê xwe yê 47 salan şîdeta fîzîkî û zayendî lê dikir hat mehkûmkirin, di encama kampanyayê de hat efûkirin. Serokkomarê Fransayê Hollande, kampanya ji aliyê sed hezaran mirovî ve hat îmzekirin ji nedîtî ve nehat û jina bi navê Jacqûelîne Saûvage efû kir û derfet da ku bi şert were berdan.
Jacqûelîne Saûvage ya 68 salî, hevserê xwe yê 47 salan şîdeta fîzîkî lê dikir û dest diavêt wê kuştibû û bi 10 salan cezayê ragirtina li girtîgehê hatibû cezakirin.
Parlamentera Partiya Komarger (LR) Valerîe Boyer diyar kir, jina mexdûrê şîdetê bi dehan salan îşkence dît û di meha Kanûnê de kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Boyer ji Serokkomar Françoîs Hollande xwestibû erka xwe ya 'efûya serokkomariyê' bi kar bîne û Savûvage weke rewşeke îstîsnaî efû bike.
Piraniya wan ji LR heta niha 83 parlamenteran mora xwe danîn binê kampanya Valerîe Boyer. Di ser înternetê re 400 hezar kesî destek dabû kampanyayê.
Kampanya di hefteya dawî de cihekî berfireh di nava çapemeniyê de girt. Di encamê de Françoîs Hollande daxwaza efûyê qebûl kir. Hollande duh êvarê parêzerên Saûvage li Qesra Elyse qebûl kir û diyar kir, ku ji bo serbestberdana jina extiyar serlêdan dikare bê kirin.
Di çarçoveya vê biryarê de dibe ku Saûvage heta meha Nîsanê bi şert were berdan. Saûvage ji sala 2012'an û vir ve li girtîgehê tê ragirtin.