HNB: Erdogan dixwaze berxwedana jinê têk bibe

Yekîtiya Jinên Bethnahrîn: Armanca zîhniyeta faşîst ku Erdogan serkêşiyê jê re dike, têkbirina berxwedana jinê ye.

Yekîtiya Jinên Bethnahrîn (HNB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, hikûmeta AKP'ê ku pêvajoya aştiyê qedand, li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, mûxalîfan, akademîsyen, rewşenbîr, rojnamevan û jinan dest bi kampanyayeke mezin a êrîşan kiriye.

Di daxuyaniyê de girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata hate bibîrxistin û hat gotin, "Ev yek şerekî bêrûmet e ku sîstema mêr li dijî gelan û hemû jinan dimeşîne. Hikûmeta AKP'ê bi xesp û talanê dixwaze temsîliyeta gelan û jinan ji holê rake. Bi van pêkanînên xwe hewl dide pêşî li şîdeta serdestiya mêr veke û jiyaneke koledariyê ferz dike.

Bi girtina bi dehan saziyên jinê, ajansên nûçeyan û kovaran, bi tayînkirina qeyûman li şûna şaredariyên vîna gel hewl dide vîna her kesên alîgirê siyaseta demokratîk teslîm bigire. Armanca zîhniyeta faşîst a ku Erdogan serkêşiyê jê re dike, têkbirina berxwedana jinê û pêşîgirtina li rêxistinbûna wê ye. Hikûmeta AKP'ê bi zîhniyeta xwe ya bi serdestiya mêr, jinan li pêşberî şîdetê, zext, destavêtin û hewldanên lînçê bêparastin dihêle. Hikûmeta AKP'ê ku nikare xwe li têkoşîna jinê ya li dijî neheqiyê, nikare xwe li şer û berxwedana jinê ya ji bo azadiyê rabigire, hemû sazî û amûrên dewletê bi rengekî bêrehm li dijî jinê bi kar tîne."

Di daxuyaniyê de daxwaza berdana Kişanak û Ata hat kirin û pêkanînên antî demokratîk hatin şermezarkirin. Yekîtiyê bang li hêzên navneteweyî û saziyên jinan kir, ku li dijî van zextên li derveyî mirovahiyê yên li Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û got, "Înkar û qirkirina ku di sala 1915'an de li dijî jinan û gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî hat kirin, îro ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî bawerî, nasname, gelên cuda û jinan tê kirin. Weke HNB ku ji bo azadiya jinên Suryanî-Asûrî-Keldanî-Aramî têdikoşe, em ê li her qadê bi jinên ji bo aştî, edalet û azadiyê têdikoşin re li dijî şîdeta hêzên mîlîtarîst ên Qesrê, li ber xwe bidin. Li ser vê bingehê em bang li jinên gelê xwe û hemû gelên din dikin, ku li dijî siyaseta TC'ê ya kolekirina mirovan dest bidin hev û desthilatdariya zaliman hilweşînin."