Heyeta jinên HDP'yî hat astengkirin

Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'î yên jin jî di nav de, heyeta xwest beşdarî taziyeya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bibe, hat astengkirin.

Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'î yên jin jî di nav de, heyeta xwest beşdarî taziyeya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bibe, hat astengkirin. Jinên HDP'î yên li BajarokÊ Qesirgê yÊ Cizîrê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin, bi hinceta "Di rê de mayîn heye" destûra çûyîna wan nayê dayîn. 

Ji ber destûr ji derbasbûna wesayîtên din hat dayîn, lê jinên HDP'yî li ser rê hatin sekinandin, jinan li hemberî van pêkanînên kêfî nerazîbûn nîşan dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Di nava heyetê de, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDp'î Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Ûca, Ferhat Encu, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Endamê Meclîsa HDP'ê Nazim Kok, hevşaredarên jin ên şaredariyên DBP'î û xebatkarên KJA'yê yê jî hene.