'Heta ruhê Zîlan hebe wê dijmin ti carî bi ser nekeve'

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Zîlan hene ku bi heman ruhî têdikoşin û gotin, heta ku ruhê Zîlan hebe wê dijmin bi ser nekeve.

Bi wesîleya salvegera 23'an a çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê pêk anî, gerîlayên YJA Starê Hemrîn Dersim, Diljîn Cizîr, Rozerîn Şemzînan û Rûken Arjîn axivîn.

HEMRÎN DERSIM: HETA RUHÊ ZÎLAN HEBE DIJMIN WÊ NIKARIBE BI SER BIKEVE

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hemrîn Dersim: Di şexsê şehîda mezin Zîlan de şehîdên Kurdistanê hemûyan, şehîdên ku bi saya wan em îro têkoşîna xwe didomînin, em bejna xwe li ber wan hemûyan ditewînin. Em ê têkoşîna ku ji me re hiştine xurtir bikin. Meha Hezîranê ji bo meheke têr û tijî ye. Me hem serketinên mezin hem jî êşên mezin dîtin. Hevala Zîlan di sala 1996'an de li dijî êrîşên dijmin, li dijî êrîşên hem hundir hem jî derve, li dijî yên ku dixwestin îradeya gerîla têk bibin û digotin 'gerîla nikare çalakiyê bike' li Dersimê bi çalakiya fedayîtî bersiv da. Cara yekemîn çalakiyeke wiha ya fedayî pêk hat. Yê ku herî zêde xwedî li hevala Zîlan derket Rêber Apo bû. Ji ber ku Rêber Apo hevala Zîlan kir manîfesto. Di kesayetiya hevala Zîlan de xeta azadiya jinê destnîşan kir û ew kesayet afirand. Hevala Zîlan di çalakiya xwe de nîşan da ku kes nikare destdirêjiyê li Rêbertiya me bike. Got ku 'destê nêzî Rêbertiya me bibe em ê wan destan jê bikin'. Ev ruh di vê demê de jî ji bo me esas e. Di vê demê de jî yên weke Zinar Raperîn, Eyleman, bi hezaran şehîdên me yên di vê xetê de meşiyan, bi ruhê Zîlan meşiyan û hîn jî meş bi vî ruhî tê kirin. Êrîşên dawî yên li dijî Xakurkê, Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze îradeya gelê Kurd bi temamî tine bike. Lê bila vê zanibin, ev êrîş wê têk biçe. Wê nikaribin bigihêjin armancên xwe. Heta ku ruhê Zîlan hebe ne dewleta Tirk, dinya bi giştî êrîşî me bike wê nikaribe bi ser bikeve. Li her devera Kurdistanê îro bi deh hezaran Zîlan têdikoşin. Em bi ruhê Zîlan têdikoşin. Em çiqasî li ber xwe bidin, çiqasî ruhê Zîlan temsîl bikin wê êrîşên dijmin têk biçin. Temînata azadiya gelê Kurd ruhê Zîlan e. Ji bo me şopdarên vê rêyê 30'ê Hezîranê roja azadiyê ye, roja têkoşîna jinên Kurd e.

DILJÎN CIZÎR: ZÎLAN JI BO ME XWEDAWENDA RONAHIYÊ YE

Gerîlaya YJA Starê Diljîn Cizîr: Li dijî komplo û êrîşa di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelan hate kirin, hevala Zîlan bi çalakiya xwe bû bersiv ji pêvajoyê re. Zîlan bi çalakiya xwe got, 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'. Xeta ku ji me re diyar kir xeta fedayîtiyê ye, xeta xizmeta ji bo gel e. Xeta hevala Zîlan rakirina jina hatiye xistin, xwedawendîkirina jinê ye. Hevala Zîlan di rêya tarî de bû ronahiyek ji bo jinên dinyayê. Di şexsê hevala Zîlan de xeta artêşa jinê hate diyarkirin. Em weke şagirtên Zîlan, Bêrîtan, şagirtên Rêbertî em ê li ser xeta wan bimeşin. Zîlan xwedawenda me ya dîrokê ye, xwedawenda me ya ronahiyê ye.

ROZERÎN ŞEMZÎNAN: ZÎLAN BI ÇALAKIYA XWE DÎROK GUHERAND

Gerîlaya YJA Starê Rozerîn Şemzînan: Em bejna xwe li beramberî şehadeta heval Zîlan ditewînin. Em bejna xwe li beramberî heval Sema, heval Gulan û hemû hevalên di vê mehê de şehîd bûyîn ditewînin. Heval Zilan bi fikrê xwe, bi ramana xwe, bi çalakiya xwe komploya li dijî tevger û serokatiyê xwe kir dîrokek ji bo me. Bi çalakiyeke xurt li Dersimê di mejiyê dijmin de xwe fedakirin ji bo me wateyek cûda ye. Îro em  li ser şopa heval Zîlan dimeşin. Divê em xwedî li sekin û rûmeta heval Zîlan derbikevin. Heval Zîlan bi çalakiya xwe dijmin têk bir. Wate û girîngiya vê mehê di şexsê heval Zîlan û şehîdên Hezîranê de ji bo me pir bi wate ye. Di vê mehê de pêngava şoreşê ji bo me hate avêtin. Heval Zîlan bi çalakiya xwe dîrok guherand, dîrok ji nû ve afirand. PKK’ê di şexsê heval Zîlan de pêngavek nû da destpê kirin. Bi çalakiya heval Zîlan re, di roja me ya îro de bi hezaran kes navên zarokên xwe kirin Zîlan. Di rastiyê de Zîlan ji nû ve hate avakirin. Wateya vê ji bo me pir cûdaye rolê dikeve li ser milê me, em bibin bersiva van em bikarin bibin layîqê wan. Em hemû hevalên di vê mehê de şehîd bûyîn bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Heval Zîlan weke xwedawendekê bû, heval Zîlan ji bo me sembolek bû. Divê em têkoşînê xurtir bikin û li pey şopa wê bimeşin. Rola dikeve li ser milê me em bibin bersiv û politîkayên dijmin têk bibin û xwe xurtir bikin. Carek din em kesayeta heval Zîlan bibîrtînin, soza xwe nû dikin ku di kesayeta wê de xwe nûde ava bikin û bigrin dest û bibin layîqî doza wan.

RÛKEN ARJÎN: ÇALAKIYA ZÎLAN ÇALAKIYEKE ÎDEOLOJÎK BÛ

Gerîlaya YJA Starê Rûken Arjîn: Di serî de meha Hezîranê meha pîroz. Di şexsê heval Zîlan de tevayî şehîdên şoreş û mirovatiyê bi bîr tînim û bejna xwe li beramberî wan ditewînim. Di meha Hezîranê de bi bîranîna heval Zîlan ku sala 23’an li pey xwe dihêle û dikeve sala 24’an ji bo me fermaneke mezin e. Û divê em di şexsê heval Zîlan de vê fermanê di şexsê xwe de pêk bînin. Heval Zîlan dema di sala 1996’an ev çalakî pêk anî, di rastiyê de tenê çalakiyekî leşkerî yê di meseleya taktîk û di meseleyên stratejîk de ku em xitimî bûn, ne tenê li beramberî vê bersivek bû, gavek bû gaveke nû bû. Di rastiyê de salên 98’î de dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêk hat heval Zîlan ev hîs kir, li beramberî vê komployê bedena xwe li navenda dijmin parçe parçe kir. Peyama ku li beramberî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hatî kirin bû peyama duyemîn jî xetimandina li beramberî şerê ku me di nava xwe de bû. Heval Zîlan di şexsê xwe de ne çalakiya leşkerî kir, di şexsê xwe de çalakiya felsefîk, çalakiyeke jiyana azad de israkirin da diyar kirin. Bi vê çalakiyê re girêdanbûna xwe ya bi Rêber Apo re hê bêhtir xurtir da nîşandan. Ev çalakî bû weke xetekê û bi dehan hevalên mîlîtan di vê xetê de meşiyan û bûn sembola azadiyê. Heval Zîlan di şexsê xwe de jina azad, jina bûye mîlîtana heqîqetê û bûye hevrêya Rêbertî bi vê çalakiyê da nîşandan. Ya dikeve li ser milê di vê demê de, dema em heval Zîlan bibîrtînin, divê em tevahiya rojê heval Zîlan bi bîr bînin. Di şexsê heval Zîlan de li ser jiyana azad de bimeşin û di şexsê heval Zîlan de bibin şervanên heqîqet û azadiyê. Di şexsê heval Zîlan de bibin mîlîtanên jiyana azad. Divê em weke mîlîtanê Apoyî û weke hevalên jin heval Zîlan ji bo xwe weke sembol û weke xetek û felsefeya jiyanê binirxînin.