'Heta ku Ocalan azad nebe, em ê xwe azad nebînin'

Nûnerên jin ên saziyên beşdarî nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne diyar kirin, ew ê çalakiyên xwe heta azadiya Ocalan bidomînin. Nûneran gotin, "Heta ku Ocalan azad nebe, em ê xwe azad nebînin."

Nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê duh daxuyaniyek dabûn çapemeniyê û 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya 4 sal li dû xwe hişt, dewir girtibûn.

Jinên li ser navê çend ji van saziyan tevlî çalakiyê bûne, nêrînên xwe bi rêya ANF'ê parve kirin:

DELAL RÛBAR - NÛNERA TJK-E: Ji bo tecrîda li ser Rêberê me were rakirin û azad bibe, em îro li vê derê çalakiyê lidar dixin. Çalakiya me wê hefteyekê dewam bike. Azadiya Rêberê me û jiyana me yek e. Ji bo em Rêberê xwe azad bikin û felsefeya wî bidin jiyîn, em ê her tim di nava hewldanan de bin. Lê beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê me demildest were rakirin. Rêberê me azad be, em ê jî azad bin. Ew dîlgirtî be, em ê jî nikaribin nefesê bigirin, nikaribin bijîn. Ew garantiya jiyana me ye, garantiya azadiya me ye. Ji xwe, haya dijminê me jî ji vê heye. Dewleta Tirk zêdeyî 2 sal in tecrîda li ser Rêberê me dişidîne û nahêle bi ti awayî têkiliyê bi derve ve deyne. Li ser tenduristiya wî, endîşeyên me hene.

Di heman demê de li gorî armancên xwe yên polîtîk, têkiliya Rêberê me ya bi cîhana derve re dibirin. Bêguman, eger ev tecrîd were rakirin, wê nêrînên Ocalan bigihêjin civakê; bi taybetî bigihêjin civaka Tirkiyeyê. Ev jî dikare were wateya qedandina AKP'ê. Di heman demê de perspektîfên azadiyê yên gelê Kurd wê derkevin pêş. Ji bo rizgariya mirovahiyê ji rewşa xitimanî ya heyî, wê perspektîf derkevin holê. Polîtîkayên van dewletan wê bi temamî pûç bibin.

Xuya ye welatên Ewropayê jî ji tecrîda niha ya li ser Rêberê me razî ye. Ji bo me jî rakirina tecrîda li ser Rêberê me, tiştekî jiyanî ye. Lewma em ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomînin."

HEDIYE ASLAN - HEVSEROKA MECLÎSA GEL A LAHR'Ê: Em jî ji bo azadiya Rêberê xwe hatine tevlî çalakiya nobedê bûne. Tevî ku me zêdeyî 10 mîlyon îmzeyên ji bo Rêberê xwe kom kirin pêşkêşî welatên Ewropayê kirin jî, hînê bersiv nedan me. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) çû serdana Serokê me, lê hê daxuyanî yan jî bersivek nedaye me. Ev çalakiya nobedê 4 sal in dewam dike. Bêguman heta ku tecrîd û dîlgirtina Rêberê me dewam bike, em ê jî çalakiya xwe bidomînin. Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin.

ŞENGÊ KAHRAMAN - HEVSEROKA MECLÎSA SAZIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN A EWROPAYÊ: Ez jî li ser navê saziya xwe beşdarî çalakiya nobeda azadiyê bûm e. Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Serokê me hat destpêkirin, 4 salên xwe qedand. Ev çalakî ji bo me çalakiyeke dîrokî ye. Ev çalakî wê heta azadiya Serokê me dewam bike û ji bo azadiya wî pêwîstî bi çi hebe em ê wê bikin. Em ê ti carî ji rêya xwe venegerin. Ji bo me azadiya Serokê me, azadiya hemû gelan e."

LATÎFE DERSÎM - ENDAMA KOORDÎNASYONA KARÊN DEVRE YA NCDK-FRANSA: Weke saziyên Kurd ên li Ewropayê me ev çalakî dewr girtin. Dewrgirtina vê çalakiyê ji bo me rewşeke taybet e. Ji ber ku rêxistina sîwanê ya 400 saziyên me yên li Ewropayê KCDK-E ev biryar kir. 

Bêguman ev çalakî ji bo me jinên Kurd gelekî girîng û watedar e. Ji ber ku civaka Kurd, bi taybetî jinên Kurd bi saya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe gihandine asta heyî. Weke jinên Kurd em vê dibêjin; 'Heta ku Rêberê me azad nebe, em ê ti carî xwe azad nebînin. Ya ji bo me nebe nabe, azadiya Rêberê me ye."

...